ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hevseroka TUHAD-FED’ê Bahar Oktay zextên li girtîgehan û tecrîda giran ya li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Di şexsê girtîgehan de dixwazin malbatan biçewisînin û li ser civakê zextan pêk bînin. Divê pêşî li vê bê girtin û bi çalakî û bernameyan bibin bersiv.”
*Ji aliyê çapemeniya alîgir tê gotin ku li Sûrê ‘hawira aramiyê pêk hatiye’ lê li Sûrê piştî çeteyên tiryakê vê carê bûyerên taxê û tacîz welatiyan dike nava fikaran.
*Şitlên ku Gulîstan bi destê xwe digihîne, li kolanên Çinarê difroşe û pê debara xwe dike.
*Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê rojnamegerên jin bertek nîşan dan. Rojnamegeran diyar kirin ku vegeriyane salên 90’î got ew van êrîşan qebûl nakin û got êrîş li dijî hemû rojnamegerane.
*Bi xala derbasbûyî ya li Qanûna Têkildarî Înfaza Tedbîra Ewlehî û Cezayê hat zêdekirin re 38 hezar mahkum wê bên tehliyekirin. Ji vir şûnde wê çi bibe? Di çapemenya cîhanê de bi ser navê ‘ji darbekaran re cih vekirin’ derbas bû, lê duh Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin û 24 rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
*250 jinên li welatên Afrîkayê hatin cem hev, bi armanca balê bikişînin ser şîdeta li ser zarokên keç û ji ber jin ji çavkaniyên xwezayî yên cemserê fêdeyê nagirin, cudahiyê biafirînin wê derkevin çiyayê Kîlîmanjaro.
*Jîndayê li dijî zîhniyeta serdets ya mêr azadiya jinê li çiyan dît û di rêya azadiyê de xwe ji nûve heyî kir. Jînda di heman demê de navê sekna li dijî zîhniyeta serdest ya mêre.
*Xwendekarên rojnama Ozgur Gundemê diyar kirin ku ew xwendekar li hember girtina rojnamê û binçavkirina rojnamegeran ew ê hemû bibin xebatkarên rojnamê û got: “Yên difikirin dê bi muhirkirina rojnamê û girtina rojnamegeran vê kevneşopiyê bêdeng bikin xwe dixapînin. Bê xwestin dê hemû gelê kurd bibin xebatkarên çapemeniyê.”