Ji TUHAD-FED'’ê ji bo girtîgeha banga çalakiyê
09:01
Berîtan Canozer / JINHA
AMED – Hevseroka TUHAD-FED’ê Bahar Oktay zextên li girtîgehan û tecrîda giran ya li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Di şexsê girtîgehan de dixwazin malbatan biçewisînin û li ser civakê zextan pêk bînin. Divê pêşî li vê bê girtin û bi çalakî û bernameyan bibin bersiv.”
Di çarçoveya pêkanînên OHAL’ê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girankirin û li ser girtiyên siyasî jî zext pêk hatin. Rêveberiyên girtîgehan girtiyan derb dikin, dikin hucreyan û cezayên dîsîplînê didin. Di meha dawî de nêzî 200 girtî hatin sûrgunkirin û di dema sûrgunkirinê de binpêkirinên mafan pêk hatin. Her wiha hevdîtina bi malbatan re jî hat astengkirin û biryar hat dayîn ku hevîtina bi telefonê 15 rojan carekê bê kirin. Pêkanînên li ser girtiyan didomin û tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mirovan dike nava fikaran.
‘Îşkence û tecrîd wê zêde bibe’
Hevseroka TUHAD-FED’ê Bahar Oktay têkildarî geşedanên girtîgehan de axivî û got: “Di salên gorî de rewşên di pêvajoyên OHAL’ê de li girtîgehan pêk hatiye em dizanin. Saetên hevdîtinê dihatin kêm kirin, hevdîtina telefon û nivîskî dihat astengkirin û heta cil û bergên girtiyan, kargot û amûrên wan dihatin astengkirin. Ji xwe bêhiqûqê dihatin kirin û di şertên giran de şertên girantir didin jiyîn. Piştî demekê îşkence jî li vê tê zêdekirin. Bi hincetên cuda wek salên 80-90’î îşkence û tecrîd pêk tê.”
'Di şexsê Ocalan de êrîş zêde bûn’
Baharê got tecrîda li ser Ocalan divê ji sala 99’an de bê dest girtin û ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan wiha got: “Hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin. Nahêlin parêzer Birêz Ocalan bibînin. Ev pêkanîn di salên dawî de bi awayekî dîtbarî hat dîtin. Herî dawî CPT çû wir rapor girt. Lê rapor veşart. Vê jî fikar zêde kir. Êrîşên li ser gelê Kurd bi tecrîda li ser Ocalan re befirehtir bû.”
Baharê destnîşan kir ku ji bo ev kaos û xitimîn ji holê bê rakirin divê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi pêkanînên OHAL’ê re maf tên binpêkirin. Pêvajoya binçavkirinê derxistine 30 rojî. Ev jî fikaran zêde dike. Çima kirin 30 rojî? Ma di 4 rojan de çi çareser nakin? Tenê wateyek vê heye û dixwazin îşkenceya binçavan rewa bikin.”
Baharê di dawiya axaftina xwe de got di pêvajoya OHAL’ê de binpêkirinên mafan herî zêde di şexsê girtiyan de tê jiyîn û got dixwazin zextên li ser civakê rewa bikin. Baharê bi lêv kir ku divê pêşî li vê bigirin û bi çalakî û bernameyan ji vê re bibin bersiv.
(hu)