Aramiya Sûrê tiryak û tacîze?

09:01

JINHA

AMED- Ji aliyê çapemeniya alîgirt tê gotin ku li Sûrê ‘hawira aramiyê pêk hatiye’ lê li Sûrê piştî çeteyên tiryakê vê carê bûyerên taxê û tacîz welatiyan dike nava fikaran.

Sûra Amedê ku malovaniyeke berxwedana dîrokî kir, bi mehane qedexe berdewam dike û çapemeniya alîgir wekê ku Sûr ‘gihiştiye aramiyê’ nîşan dide. Li taxên ku qedexe rabûye, welatî vegeriyan taxê xwe lê vê carê bi xetereyên nû re rû bir û ne. Îdiayên wekê polîs piştgiriyê dide çeteyên tiryakê belav dibin û li aliyê din jî sîxurtî li jinên ciwan yên 13-14 salî ku tên tacîzkirin, tê ferzkirin.

‘Bi taybet berê xwe didin jinan’

Welatiyên ji geran polîsan a li nava kolanan nerehet dibin wiha gotin: “Polîsên li taxê digirin cilên xweş li xwe dikin. Li kolanan rûdinin, çay û kahwê vedixwin. Dixwazin bi gel re têkiliyên xwe xweş bikin. Bi taybet berê xwe didin keçên 13-14 salî. Çend caran em bûn şahid ku bi wan re sohbetê dikin.”

'Kaxizek avêt pêş min’

Jineke din ya li taxê rudine ya rastî tacîza polîsan hat jî wiha got: “Ez ji bo biçim sûkê min derî bikardianî. Piştî ji derî derbas bûm wesayîtek sivîl hat ber min sekinî. Kurdiya wan baş bû. Min got belkî naseke. Piştre kaxizek avêtin pêşiya min. Dûvre ji min re gotin ez te heta cihê ku diçî bibim. Ez pir tirsiyam û hema ji wir dûr ketim.” Jina ciwan diyar kir ku piştî hatiye ser hişê xwe çûye kolanê û gotiye ez kaxizê bibînim lê kaxiz nedîtiye û got tişta li kaxizê nivîsandibû numareya telefonê bû.

Şêniyên taxê yên nexwestin navê xwe bidin, nêrîn wan hemûyan wek heve. Şêniyan gotin dewlet ji bo tolê ji Sûrê bigire çeteyên tiryakê diparêze û dest davêjin zarokên wan.

(mm\hu)