Rojnamegerên jin: Êrîş li dijî me hemûyane

09:03

JINHA

AMED- Piştî girtina rojnameya Ozgur Gundemê rojnamegerên jin bertek nîşan dan. Rojnamegeran diyar kirin ku vegeriyane salên 90’î got ew van êrîşan qebûl nakin û got êrîş li dijî hemû rojnamegerane.

Rojnameya Ozgur Gundemê duh bi biryara Dadgeya Cezaya Sulhê ya 8’emîn aStenbolê ve hat girtin û 24 rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Rojnamegerên jin bertek nîşanê pêkanînên li ser rojnamegerên hatin binçavkirin dan. Rojnameger Hatîce Kamer got êrîşa li ser Ozgur Gundemê dîmenên bi xof bûn û got pêkanîn salên 90’î derbas kirine.

Hatîceyê bi lêv kir ku her diçe şert û mercên xebatkarên çapemeniyê teng dibin û got her roj şahidiya ku rojnameger tên derbkirin dikin. Hatîceyê got ew wek rojnameger vê şîdetê qebûl nakin û got: “Ez bûyera şîdeta ku min jiya naynim hember vê. Ji ber bûyera min jiya hewldana lîncê bû. ya ku hat xwestin pêşî li rastiyan bigirin. Îro ya li Ozgur Gundemê hatiye kirin jî hemane. Ez bawer dikim ku ev wê rojnamegeran şûnde nekişîne. Astengiyan didin pêş wan. Em rojnamegerên jin wê ya herî baş û rast bikin. Emê dengê hevalên xwe yên rojnamegerên jin bidin bihistin.”

'Emê rêya xwe berdewam bikin’

Rojnameger Kadriye Evîr Uçar jî got divê rojnameger bi pêkanînek wisa re nehatibana rû hev û got girtina rojnameyeke ku dengê gel dide bihistin, nayê qebûlkirin. Kadriyeyê got zext û derbkirina di binçavkirinê de hatiye jiyîn zemîna demokrasiyê ji holê rakiriye û got: “Emê bersiva vê bidin. Ev ne li gorî rêgezên rojnamegeriyê û ne jî li gorî ahlaqê pîşeyê ye. em dibêjin ku rojnamegerî ne sûce û emê di rêya xwe de berdewam bikin.”

‘Êrîşên li dijî rojnamegeran prestîfa Tirkiyeyê dihejîne’

Nûçegîhana NRT’ê Sevda Kaplanê got zexta duh hatiye jiyîn li ti derê cîhanê nayê qebûlkirin û got rojnameya duh hat girtin muxalîf be jî mafê gotinê ye û wiha got: “Bêdengkirin ahemû aliyên muxalîf ne mumkune û got rojnameger tevî zextan wê binivîsin. Zextên li ser rojnamegeran divê demildest bi dawî bibin. Êrîşên li ser rojnamegeran prestîja Tirkiyeyê dihejîne.”

‘Êrîş li dijî hemû rojnamegerane’

Nûçegîhana Evrenserê Serpîl Berkê jî got civakeke ku çapemeniya wê ne azad be, mirov nekarin behsa wê civakê bikin û got: “ AKP’ê di pêvajoya desthilatdariya xwe de yek ferasetek çapemeniyê ferz kir û got kesên li gor wan tevnegerin êrîşdike. Ev êrîş li dijî me hemûyane.”

Hevsreoka OGC’ê Nevîn Erdemîrê jî got tiştên duh hatine jiyîn wek lekeyek reş ketiye dîrokaTirkiyeyê û got ji berê de Rojnameya Gundemê hatiye hedef girtin û îro jî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve heman rewş tê jiyîn.

Kameramanê Ozgur Gun Tv Dîren Yurtsever jî diyar kir ku hevalên wan duh bê hiqûq hatine binçavkirin û got li Tirkiyeya ku demokrasiya wê tine zext her çûne zêde bûne û bi lêv kir ku wê xebatkarên çapemeniya azad ti car serî netewînin.

Kameramana Van TV Hulya Emeçê jî anî ziman ku zextên li ser çapemeniya Kurd her diçin didomin û got pêvajoya salên 90’î ji nûve tên jiyîn. Hulyayê got wê van êrîşan bi gel bidin bihistin û got ew hemû nûçegîhanên Ozgur Gundemê ne.

(be/hu)