Hunê kê li van girtîgehên hatine valakirin bicih bikin?
09:04
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL- Bi xala derbasbûyî ya li Qanûna Têkildarî Înfaza Tedbîra Ewlehî û Cezayê hat zêdekirin re 38 hezar mahkum wê bên tehliyekirin. Ji vir şûnde wê çi bibe? Di çapemenya cîhanê de bi ser navê ‘ji darbekaran re cih vekirin’ derbas bû, lê duh Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin û 24 rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
Bi xala derbasbûyî ya li Qanûna Têkildarî Înfaza Tedbîra Ewlehî û Cezayê hat zêdekirin re 38 hezar mahkum wê bên tehliyekirin. Tiştên di bin vê pêkanînê de tên jiyîn, ji niha de seriyan tevlihev dike.
Di çapemenya cîhanê de bi ser navê ‘ji darbekaran re cih vekirin’ derbas bû, lê di esasê de di bin ser navê vê pêkanînê de hat dîtin ku zextên li ser çapemeniya Kurd zêde bûne. Di girtîgehan de hejmara rojnamegeran her diçe zêde dibe û ev operasyon di bin navê propagandaya rêxistinê de faliyetên rojnamegeriyên mahkum dike.
Duh Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin û 24 rojnameger bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Piştî nûçeya tahliyekirinan ku di seriyan de pirsnîşan hişt,ji bo rojnamegerên hatin binçavkirin kî dikare îdia bike ku cih nayê vekirin.
Piştî biryara OHAL’ê zext zêde bûn û çapemenî jî ji aliyê ku dixwaze di bin navê ‘darbekaran de’ nîşanê cîhanê dide. gotina ‘salên 90’î derbas kiriye jî’ bi vê re eleqedere. Ji ber herî zêde Kurd OHAL’ê dizanin. Girtina rojnameyeke 27 salan tenê rûyekê OHAL’ê ye.
Lê rûyê din çiye? Li girtîgehên ku niha tên valakirin bi rastî jî kî tê bicihkirinê ye.
(hu)