Rojname bi manşeta "Piştgirî mezin dibe" derket
10:23
JINHA
STENBOL - Rojnameya Ozgur Gundem ya bi awayekî dijhiqûqî hat girtin û tevahî xebatkarên wê hatin binçavkirin, bi manşeta "Piştgirî mezin dibe"derket.
Bi biryara 8'emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbolê rojnameya Ozgur Gundem bi awayekî dij hiqûqî hat girtin û 25 xebatkarên rojnameyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Gundem îro bi manşeta piştgiriyê derket. Rojnameya wekî pêveka rojnameya Atilimê îro bi manşeta "Piştgirî mezin dibe" derket. Di rûpela yekemîn a Ozgur Gundem de daxuyaniya Cemiyeta Rojnamegerên Azad a duh bi sedan kes beşdarbibûn cih girt, ji derveyê vê bertekên rêxistinên Tirkiye û Ewropayê jî di rûpela yekemîn de cih girt. Her wiha karîkatûrîst Dogan Guzel piştî ji hêla Halîl Încesu û Carlos Latuff ve hat xêzkirin, vê carê karîkatûrîstê rojnameya Evrenselê Sefer Selvî xêz kir.
(rc)