Dayikên Aştiyê nûçegihanên dildar ên JINHA yê ne
11:10
JINHA
WAN – Di çarçova kampanya “Nûçegihanên Dildar” ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) yê ve ji bo nûçegihanên girtî hatî despêkirin de, li Wanê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li JINHA û DİHA yê di çalakiya nobetê denin.
Li Wanê startya kampanya “Nûçegihaniya Dildar” a ku CRA yê ji bo nûçegihanên girtî dayîn despêkirin hat dayîn. Li Wanê yekem nûçegihanên dildar endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ne. Dayika Aştiyê Hanife Kaçak li JINHA yê tevlî civîna nûçeyan bû. Dê Anife daxuyaniya çapemeniyê ya ku dê ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve di saet 12.00’an de bê dayîn bişopîne.
Li DİHA yê jî nuçegihana dildar Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ye. Dê Zekiye jî tevahiya rojê ji bo DİHA yê nûçeyan bişopîne.
(va/zt)