Xwendekar: Em hemû xebatkarên Ozgur Gundemê ne

11:39

Filiz Zeyrek/JINHA

AMED/EDENE – Xwendekarên rojnama Ozgur Gundemê diyar kirin ku ew xwendekar li hember girtina rojnamê û binçavkirina rojnamegeran ew ê hemû bibin xebatkarên rojnamê û got: “Yên difikirin dê bi muhirkirina rojnamê û girtina rojnamegeran vê kevneşopiyê bêdeng bikin xwe dixapînin. Bê xwestin dê hemû gelê kurd bibin xebatkarên çapemeniyê.”

Xwendekarên rojnama Ozgur Gundemê ku yek ji kevneşopiya çapemeniya azade li hember êrîşên ser rojnamê ketin nava tevgerê. Din ava 27 salan de 89 xebatkarên wê qetilkirine, di derbarê wê de bi sedan doz hatine vekirin. Xwendekarên rojnamê yên ku di demên herî teng de jî bitenê nehêlane dan zanîn ku dê ji niha û şon de jî dengê xwe Ozgur Gundemê tenê nehêlin.

Me li Edene û Amedê ji xwendekarên Ozgur Gundemê girtina rojnamê û bi îskencê binçavkirina xebatkarên wê pirsî:

Cevahir Temel (56): Ozgur Gundem hiş, ziman, çav û guhê me ye. Em bi xêra vê rojnamê radtiyan dibihîsin û dibînin. Ger ev rojname nebûya me komkujiyên li Kurdistanê nedidîtin. Xebatkarên vê rojnamê û çapemeniya azad bi şev û roj xebitîn û tiştên tên jiyan din kêlî bi kêlî digihînin me. Em girtina wê na pejirînin, ji ber em dizanin ji dayina rastiyan tawiz nade. Weke heya niha hatî dê ji niha û şon de jî berdewam bike.

Evindar Ozcan (18): Ev demdirêje abuneyê Ozgur Gundemê me, bi heskirin û dildarî dixwînim. Hîn biçukbûm, ez ji papîr û bavê xwe hînî xwendina vê rojnamêbûm. Ez wateyê nadim van êrîşên ewqas tind li ser Rojnamê. Sedema wê jî ji ber hemû bê hiquqî û komkujiyên li welat de tên kirin bi hemû rastiya xwe radigihîne. Em xwendekar ticarî vê tindiya li ser rojnamê napejirînin û li gel rojnama xwe ne.

Mercan Eren (65): Ozgur Gundem û çapemeniya kurd çav û guhê gele. Em vê biriyara li hember rojnama xwe napejirînin. Em ê her dem li gel rojnama xwe bin. Dê ti hêz nikare rastiyan ji me veşêre.

Lamia Ayaz: Em ê desturê nedin girtina rojnamê. Wan muhir li deri xistin, ev nayê wateya girtina rojnamê. Bi girtina zarokên me nikarin derketina rojnamê asteng bikin. Ji deng, daxwaza me ya aştiyê û rastîgotina me ditirsin. Bi dehan rojnamegerên me qetilkirin, bi dehan girtîne û bi dehan caran rojname giritine. Çibû, gelo qet me xwe paşde da? Dîsan vekiriye, cardin me got û me belavkir. Bê xwestin em ê dayik kolan kolan bigerin û rojnameyan belavbikin. Em ê desturê nedin girtina denê kurdan. Em ê li kolanan ber xwe bidin ji bo derketina rojnamê.

Kamile Şimşek: Bila dewlet baş bizane ger belavkirina rojnamê bi me dayikan mabe em ê li erdê nehêlin. Ev rojname hebûn, ziman, dîrok, deng, nasname û çavê me ye. Bila baş bizanin ku dê nikarin vê rojnamê bigirin û nikarin zarokên me jî girtî bihêlin. Em li gel rojnamê û zarokên xwe ne. Êdî bese ji vê zilm û xwînê re. Çi bikin dê nikarin bigirin. Erdogan baş dizane ku xebatên rojnamê li ser milê me ne, bi me mabe emê berdewam bikin. Em ê derkevin kolanan zilman ku Erdogan kirî bi zimanê xwe ji gel re bêjin.

Hatun Kaçar: Rêberê me dibin tecrîdê dene, gelê me tê qetilkirin, niha jî dora rojnamegeran hatiye. Ev sed sale vê zilmê dikin çibû, çi hat guhertin? Bikêrî karekê hat? Gelê kurd dest ji doza xwe berda? Nawele me dest jê bernedaye û em ê bernedin. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernedin. Ev soza ku me daye zarokên xwe ye. Em ê desturê nedin girtina rojnamê. Wan deri muhir kiriye çi bû, me gelek muhir derxistiye û avêtiye. Bila her kes li rojnamê xwedî derkevin, bila nebin xwarina guran. Ez ê derkevim kolan kolanan bigerim rojnamê belavbikim.

(fz-bc/zt)