Biryarê qedexeyê belav bû

12:07

JINHA

AMED - Walîtiya Amedê biryara qedexeya civîn û xwepêşandanên ji bo navenda bajêr ragihandibû, biryar girt ku ji bo tevahiya navçe û gundan jî derbas bibe.

Walîtiya Amedê di 15ê Tebaxê de biryar girtibû ku di çarçoveya Rewşa Awarte de tevahiya civîn û xwepêşandan heta fermaneke nû li navenda bajêr bên qedexekirin. Walîtiyê biryareke nû ragihand ku biryara qedexeyê ji bo tevahiya navçe û gundan jî derbas dare. Li gorî vê biryarê heta fermaneke nû li navenda, navçe û gundên Amedê civîn, xwepêşandan, vekirina stand û konan, daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

(rc)