Xebatkarên çapemeniyê gel vexwend ber edliyeyê - DEQEYA DAWÎ

JINHA

STENBOL - Di serdagirtina li rojnameya Ozgur Gundemê de gelek xebatkarên rojnameyê hatibûn binçavkirin, 22 kesên îfadeya wan hat girtin sewqî Edliyeya Stenbolê kirin. Xebatkarên çapemeniyê ji bo piştgirî û xwedîderketina azadiya ramanê gel vexwend ber edliyeyê.

Pitî rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla dadgehê ve hat girtin, di 16'ê tebaxê de polîsan bi ser navenda rojnameyê de girt û 25 kesên ku hatin binçavkirin, karûbarên îfadeya 22 kesan qediya û ew sewqî edliyeyê hatin kirin. Kedkarên çapemeniyê di serdagirtinê de hatibûn derbkirin û piştî terora polîsan li navendên polîsan ên wekî Taksîm, Kasimpaşa û Karakoyê bi îdiaya "li dijî polîsan derketine" îfadeya wan hat girtin.

Piştî îfadeyê 22 kes sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

Karûbarên îfadeya Gerînendeyê Weşana giştî Bîlîr Kaya, Midûrê Karê Nivîsê yê Berpirsyar Ûnan Kizilkaya û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan hêj li Şaxa TEM'ê ya Midûryeta Polîsan Bajêr didome.

(rc)