Meltem Oktay tehliye bû
12:50
JINHA
MÊRDÎN - Nûçegîhana Ajansa Dîcleyê (DÎHA) Meltem Oktay a di 11'ê nîsanê de hatibû girtin tehliye bû.
Nûçegîhana Ajansa Dîcleyê (DÎHA) Meltem Oktay dema li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di binê dorpêça 134 rojan de nûçe dişopand, di 11'ê nîsanê de bi hevalê xwe Ugur Akgul re hat binçavkirin. Di 14'ê Nîsanê de jî Meltem hate girtin. Doza Meltemê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate dîtin.
Hevseroka Cemiyeta Rojnamegerên Azad Nevîn Erdemîr û gelek hempîşe û malbata Meltemê di danişînê de amade bûn. Di serî de îfadeyên Bahattin .... a bi dîmen hat guhdarkirin. Mikurdar Bahattîn di îfadeyên xwe de Meltemê wek "Endama rêxistinê" nîşan da.
Parezerê Meltem nerazîbûn nîşanî îfadeyên Bahattin da û diyar kir ku tenê ji bo xebatên çapemeniyê li Nisêbînê bû ye. Parezer destnîşan kir ku rojnamegerî ne suc e û mûwekîla wî ne sucdar e.
Pîştî guhdarkirina îfadeyan dadgehê biryara tehliyeya Meltemê da. 3'yemîn doza Meltemê dê di 8'ê mijdara 2016'yan de bê dîtin. Li bendê ye ku Meltem piştî karê girtigeha Tîpa E'ê Mèrdînê serbest bê berdan.
(ho/rc)