Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê

13:01

JINHA

STENBOL -Endama Lijneya Şêwira Weşana Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan, piştî ku nerihet bû wê şandin nexweşxaneyê.

Endama Lijneya Şêwira Weşana Ozgur Gundemê û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan a piştî rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin û di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, li nezaretxaneya ku lê dimîne nerihet bû û şandin nexweşxaneyê. Li gor agahiyên ku parêzerên wê ji dozgeriyê wergirtine, piştî tedawiya li nexweşxaneyê Asliyê dubare birine nezaretxaneyê.

Hat zanîn ku rewşa Asliyê baş e, lê hîn jî hevdîtina wê ya bi parêzeran re pêk nehatiye.

(rc)