Banga xwedî derketina Gundemê

13:53

JINHA

WAN – Bi pêşengiya CRA yê xebatkarên çapemeniya azad li Wanê ji bo piştevaniya rojnama Ozgur Gundemê daxuyanî dan. Daxuyanî Nûçegihana JINHA yê Dîlan Babat xwend. Dîlan got: “Em weke Cemiyet bang li hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên civaka sivîl û xwendekarên rojnamê dikin ku li rojnamê xwedî derkevin û bibin dengê rojnama Ozgur Gundemê.”

Kampanya “Nûçegihaniya Dildar” a ku ji aliyê Cemyeta Rojnamegerên Azad (CRA) yê ve hatî despêkirin piştî Amedê îro Wanê dewir girt. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê li JINHA û DİHA yê dest bi nûçegihaniya dildar kirin. Di çarçova kampanyayê de ji bo girtina rojnama Ozgur Gundemê û bi darbkirinê binçavkirina xebatkarên wê xebatkarên çapemeniya azad yên Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Kolana Hunerê ya Wanê hat dayîn de li gel xebatkarên çapemeniya azad, rêveber û xebatkarên DBP û HDP’ê, endamên KJA, rêxistinên civaka sivîl jî di navê de gelek welatiyan cîh girtin. Di daxuyaniyê de xebatkarên çapemeniyê pankarta “Çapemeniya Azad bêdeng nabe” û “Ji rojnamegerên azad re azadî” hatin vekirin. Herkesê kesên di daxuyaniyê de amadebûn rojnama Ozgur Gundemê bilind kirin.

Di despêkê de Endamê Rêveberiya Cemyeta Rojnamegerên Azad Aziz Oruç axaftinek kin kir. Aziz diyar kir ku weke salên 90’an çawan rojnamê li hemberî hemû zoriyan weşana xwe berdewam kir, dê ji niha û şon de jî wê kevneşopiyê berdewam bike û kes nikare vê asteng bike.

Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar jî da zanîn ku dê çapemeniya azad bi girtin û binçavkirinan bêdeng nebe û ew ê her dem li peyî çapemeniya azad bin.

Piştî axaftinan nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) yê Dîlan Babat daxuyanî xwend. Dîlan destnîşan kir ku bi hewilên darbeyê re gelek dam û dezgahên çapemeniyê hatin girtin û wiha domand: “Ji 15’ê Tîrmehê heya niha di çarçova OHAL û Biriyarên Qanûnî de gelek saziyên çapemeniyê hatin girtin û gelek rojnameger hatin binçavkirin. Piştî darbeyê bi gotinên demokrasiyê welat hatiye rewşa qeyîranê. Herî dawî di dîroka 16’ê Tebaxê de ji aliyê Dadgerê 8. Cezayê Sulhê yê Stenbolê ve biriyara girtina rojnama Ozgur Gundemê hat dayîn.”

’24 rojnameger bi îskencê hatin binçavkirin’

Dîlanê ji bo girtina rojnama Ozgur Gundemê jî wiha got: “Hikumeta AKP’ê ya ku her dem qala azadiya çapemeniyê dike bi awayek bê hiquqî xwest dengê rojnama Ogzur Gundemê bigire. Piştî serdegirtina rojnamê yên ji bo piştevaniha rojnamê hatin jî di navê de 24 rojnameger bi darbkirinê girtin binçavan. Bê ku ti hincetan nîşan bidin avahiya rojnamê muhir kirin.”

‘Rastî di tariyê de namîn e’

Dîlanê dema salên 90’an jî tindiyên ser çapemeniyê bibîrxist û wiha berdewam kir: “Rojnama Ozgur Gundemê ya ku ji dema despêka weşanê heya niha her dem bûye hedefa êrîşên deshilatdaran, niha jî di hedefa deshilatiya AKP’ê dene. Di salên 90’an de nûçegihan û nivîskarên wê qetilkirin, avahiya wê bomba kirin û her dem rastî sansur û girtinê hatiye. Rojnama Ozgur Gundemê li hemberî van hemû êrîşan serî netewandiye, mîrasa Gurbetelli Ersoz û Musa Anter berdewam kiriye. Bi diruşma ‘Rastî di tariyê de namîn e’ weşana xwe berdewam kiriye.

Li gel hemû zoriyan jî rojnama Ozgur Gundemê navber nedaye weşana xwe. Ozgur Gundemê di oxira nûçegihaniya gel de bedelên giran dane, bi dehan xebatkarên wê hatine qetilkirin û bi dehan jî bisalan di girtîgehan de mane. Her wiha bi sedan car rastî sansurê hatiye û hatiye girtin. Li gel van hemûyan jî ji dayîna rastiyan tawîz nedane.”

Dîlanê wiha dom kir: “Em weke Cemiyeta Rojnamegerên Azad van êrîşên ser rojnama Ozgur Gundemê şermezar dikin. Em dibêjin bila demildest xebatkarên wê berdin û ji van şaşiyan vegerin. Heya niha ticarî çapemeniya azad li hemberî van tindiya gav paşde ne avêtiye, ji niha û şon de jî dê gav paş de ne avêje. Em dibêjin heya dawiyê em ê li gel rojnama Ozgur Gundemê bin.

Em weke Cemiyet bang li hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên civaka sivîl û hemû xwendekarên rojnamê dikin ku li rojnamê xwedî derkevin û bibin dengê rojnama Ozgur Gundemê.”

(zt)