Şukran Dag Cabîr hat binçavkirin
14:33
JINHA
HATAY - Hevseroka HDP'a Hatayê Şukran Dag Cabîr bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" li Edliyeya Îskenderûnê hat binçavkirin.
Hevseroka HDP'a Hatayê parêzer Şukran Dag Cabîr a ji bo 8 kesên ku 5 roj berê li Dortyol û Îskenderûna Hatayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, dema bo karên îfadeyê xwest bi dozgeriyê re hevdîtinê pêk bîne, li edliyeyê ji aliyê polîsên şûbeya TEM'ê ve hat binçavkirin. Şukranê ku birin şûbeya TEM'ê ya Îskenderûnê, bi ser mal û buroya wê yî parêzeriyê de jî girtin. Şukranê ku bêyî rayedarên baroyê bi ser mal û buroya wê de hat girtin, hat diyarkirin ku bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" derbareyê wê de biryara lêgerînê heye.
Her wiha hat zanîn ku ji 8 kesên ku 5 roj berê hatibûn binçavkirin, îfadeya 4 kesên li Muduriyeta Polîsan a Dortyolê bi dawî bûye û 4 kesên li Muduriyeta Polîsan a Îskenderûnê jî, ji bo lêpirsînê hîn jî tên rawestandin.
(rc)