HDP belavkariya Firatê ziyaret kir
15:20
JINHA
AMED- Hevserokên HDP'ê Gulşen Ozer û Cebar Leygara belavkariya Firatê ziyaret kirin û diyar kirin ku 40 sale têkoşîna xwe li hemberî astengiyan bi hêz berdewam dikin. Dê îro jî bi piştevaniya gel ve berdewam bike.
Piştî biryara girtina Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê dadgehê ve hat dayîn û tevahî xebatkar bi darbkirinê hatin binçavkirin, bertek û piştgirî li dijî biryarê zêde dibe. Hevserokên HDP'a Amedê Gulşen Ozer, Cabar Leygara û endaman, belavkariya Firatê ziyaret kir. Gulşen Ozer di serlêdana xwe de diyar kir ku her çiqas êrîş pêk werin jî xebatkarên çapemenî dê xwedî li mîrateyê xwe derên. Gulşenê bi lêv kir ku êdî dewlet ne di ferqa êrîşên xwe de ye û wiha got: "Pergelê hişên xwe winda kiriye. Lê ew ê nikaribin ramanê mirovan bê bandor bikin. Girtin, darpkirin û binçavkirin bi sala ye wek rêbaz hember çapemeniyê tê pêk anîn. Lê belê çapemeniya azad tu car serî netewand."
'40 sale têkoşîn berdewam dike'
Dûvre Cebar Leygera jî anî ziman ku di têkoşîna azadiyê de cihê herî girîng çapemeniye û wiha domand: "Xebatkarên çapameniyê ji bo vê xebata pîroz canê xwe feda kirin û gelek şehîdên me hene. Çawa ku li hemberî êrîşan 40 sale têkoşîn tê kirin, îro jî bi piştevaniya gel dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li gel çapameniyê çanda berxwedanê heye. Em nabêjin derbasî be, ji ber ku em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Em li ser navê HDP'ê û gel ê xwe, heya dawiyê li gel çapameniya azadin."
'Em ê rastiyên jiyanê bi gel re parvebikin'
Di dawiyê de jî belavkarê Ozgur Gundem û Azadiya Welat, Mehmet Emîn Akgun jî astengên li ser xebatkarên çapameniyê wiha vegot: "Bi rastî roj bi roj em li hemberî astengên dewletê tên. Em baş dizanin dê ev asteng zêdetir bibe. Em dibêjin heya ku piştevaniya gel berdewam bike, em ê serî netewînin. Em serbilindin û xwedî li Gundemê derdikevin. Em ê rastiyên jiyanê bi gel re parvebikin."
(hk/rc)