Jinên Hesekê: Malbata Barzanî li dijî doza kurdan e
19:31
Ronîda Hacî /JINHA
HESEKÊ – Jinên bajarê Hesekê bi tundî nîzîkatiya Malbata Berzanî ji jinê û Şoreşa Rojava re şermezar kirin û gotin "Malbata Berzanî wek eşîrê tev digere û li dijî doza Kurdan xebat dike."
Rêveberiya Xabûr ya Çand û Hunera Zozan Selîm da zanîn ku nêzîkatiya malbata berzanî ji jinê re taybet di aliyê islama teng ya ku nêzî islama radîkal ya Çeteyên DAIŞ' ê li pêş dixin û wiha berdewam kir: "Malbata Berzanî wekî malbatekî pêşxistina xwe ya kesayetî tev digere û jin wek mertalekî bi kar tîne. Bi taybet ev nîzîkatî eşkerebû piştî ne qebûlkirina Mesud Berzanî ji sîstema hevserokatî re nêrîna wî dide nîşandan. Ji ber kesayeta xwe bingeh digire ji bo wê jî desturê nade kongra kurdi ya navnetewî çêbibe. Di êrîşên DAIŞ'ê li şengalê de raste rast jin radestî DAÎŞ’ê kirin. Di dema êrîşê de reva pêşmergeyan, radest kirina jinên Êzdî li ber çavê hemû cîhanêbû.”
Zozanê diyar kir ku malbata berzanî her dem dijminatiya xwe ji kurdan re berdewam dike û wiha dom kir: "Dijminatiya wî bi taybet hevkariya wî bi dewleta turkiyê ya li dijî şoreşa rojava re ye. Em wek jin li dijî vê sîstemê ne. Banga me ji hemû jina re ewe ku her jinek rola wê hebe û qebûl neke ku koletî li ser bê feriz kirin. Jin di hemu qadên tekoşînê de cîhê xwe bigire, bi reng û dengê xwe bikare jîyan bike. Dema jin bo aîdê xwe, giyan, fikr, xweşikbûn û bedewebûnê dikare xwe azad bike."
Fehîma Ehmed jî da zanîn ku Mesud Berzanî nikare parastina gelê kurd bike û wiha got: "Reva pêşmerge ji şengal diyar dike ku xwedî li gelê kurd dernakeve û dijminatiya şoreşa rojava ji roja despêkê heta roja îro dike. Li kêleka dewleta Tikiyê pêlan li dijî gelê kurd pêştêxe û bi taybet li rojava, wê dijminatîyê bi awayeki eşkere dike. Ez wek jinek vê nêzîkatiyê şermezar dikim û ev rureşîya wan wê di dîroka Kurdistanê de weke xalek reş li ser enîya wan bimine. Wek gelê rojava bi îradeya xwe û hêza Yekîneyên Parastina jin û QSD em ê her dem berxwe bidin û xwe bi parêzin li himber hemû pêlanîn ku tên kirin."
(zt)