Ji gel bertekên li dijî kayyumê: Em pereyê yek bacekê nedin

09:56

Medine Mamedoglu/JINHA

AMED – Hikûmeta AKP’ê plantike ku dest bide ser şaredariyên DBP’ê ku li dijî vê bertekên gel zêde dibin. Jinên AMedê diyar kirin ku di rewşa ku îradeya wan neyê nasîn de wê kayyuman nas nekin û wê kar pê nedin kirin.

Hikûmeta AKP’ê bi armanca dest bide ser şaredariyên DBP’ê pêşnûmeya Qanûna Turik ji komÎsyonê derbas kir û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat nîqaşkirin. Bertekên gel yên li dijî kayyuman her diçin zêde dibin. Amediyan da zanîn ku diyar kirin ku kesên bi kayyumê bên tayîn kirin wê îradeya jinan tine bike û got wê şer îlan bikin û yek bacekê nedin. Amediyan da zanîn ku wê wisa bersivê bide hikûmetê.

'Bila herî zêde jin li dijî vê bisekinin’
Ayşe Can ya li Baglara Amedê rudine got divê neyê qebûlkirin ku gelê kurd zêdetir bikeve bin serdestiyê û wiha got: “Divê yek Kurdek van qebûl nekin. Niha ti kes nizane kayyum çiye. Bi taybet jÎ jin jibîr dikin ku ji bo di vê siyasetê de cih bigirin çi hewldan dane. Divê jin xwedî îrade û hevşaredarên xwe derkevin. Ger em wek gel bêdeng bimÎnin wê demê ev rewşên em jê ne razîne wê li her derê bên jiyîn.”

'Kurdan şaredariyên xwe bi îradeya xwe hilbijartin’
Dayika Aştiyê Nezahat Tekeyê jî got keskên li şaredariyê bi îradeya gel hatine hilbijartin û got: “Ev 20 sel li vê herêmê şaredarî di destê HDP û DBP’ê de ne. Ji wê demê heta niha kesî ji ber xwe negotiye bila kes bibe şaredar. Pergala hevserokatiyê xistin jiyanê. Ev jî gelek xweş bû. Em her tim li alî wekheviyê bûn. Her çiqas welatekî ku ji bo Demokrasiya Tirkiyeyê dixebite bê xuyakirin jî li cihekî demokrastî tê binpêkirin. Tayînkirina kayyuman jî heqerete.”

‘Di rewşa kayyum bê ez fatureyan ranazim’
Nezahatê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di rewşa kayyum bên tayîn kirin de wê kar bi şaredariyan nedin kirin û gotin wê kolanan bikin sergo. Nezahatê da zanîn ku wê yek fatureyekê nede û got ew wê şaredariyê nas nake û wê bike bin lingan.
Welatiya bi navê Muruvvet Demir jî got tevî ku hikûmet her tiştî li gelê Kurd dike jî ji zilmê têr nebûye û got di rewşa tayînkirina kayyuman de divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve.
(sa/hu)