Ozgur Gundem bi manşeta ‘Berxwedan berdewame’ derket
10:10
Tebax
19
/ 2016
JINHA
STENBOL- Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin bi manşeta ‘Berxwedan berdewame’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Stenbolê ve hat girtin û avahiya wê hat morkirin, îro bi 8 rupelê derket pêşberî xwendevanên xwe. Rojname wek pêveka rojnameya Atilimê bi manşeta ‘Berxwedan berdewame’ derket.
Hejmara rojnameyê ya îro cih da çalakiyên piştevaniyê yên bi rojnameyê re. Her wiha geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî cihê xwe girtin.
(fk-hu)