Melda Onur: Dem wê dîsa wan bê maf derxîne

10:25

JINHA

ENQERE-Melda Onurê diyar kir ku Ozgur Gundem her tim di hedefa desthilatdariyê de bû, lê ew ji rêya xwe derneketiye û got: “Çapemeniya Kurd her tim di hedefa desthilatdariyê de bû. Ya dibe li pêşeroj û îroyîna Kurdan dibe. Lê dîsa dem wê wan bêmaf derxîne.”

Rojnameya Ozgur Gundemê di 16’ê Tebaxê de bi biryara dadgehê hat girtin û xebatkarên wê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. 22 rojnameger piştî îfadeyên wan yên dozgeriyê hatin berdan û di nav de nivîskar Asli Erdogan jî heye 3 rojnameger hîna li Midûriyeta Polîsan tên girtin. Avahiya hatiye morkirin jî hîna wisa ye.

Piştgirî didomin

Piştî girtina rojnameyên çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Rojnameyê berdewam dikin. parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onurê jî got çapemeniya Kurd her tim di hedefa desthilatdariyê de bû.

Meldayê got desthilatdariya niha wekê ku zarokan bixapîne tevdigere û got darbeyek hat jiyîn lê berpirsên esas yên darbeyê nayê zanîn û got: “Ji ber dizanin berpirs kîne. Yên ev kirine yên li navenda kar runiştîne. Em niha dinêrin rojnameger tên girtin. Li vir mantika ‘hadi em hinek li kurdan bixin heye.’

Meldayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêxistina ku jê re dibêjin FETO, bi qasî kum in kiriye hemû komkujî vê FETO’yê kiriye. Lê bi komkujiyên berê re eleqeder nabin. Tenê berê xwe didin rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin. Ji ber çapemeniya Kurd her tim di hedefê de bû. Ya dibe jî li pêşeroja Kurdan dibe.”

(he/hu)