‘Têlên dora Nisêbînê rakin, ji bo em bigihin zarokên xwe’

11:53

JINHA

MÊRDÎN – H. K a ku ciwanên di 134 rojên dorpêça Nisêbîna Mêrdînê de berxwedan nivîsîne weke “Ew zarokên taxêbûn” binav dike, li hember rakirina têlên ji bo girtina cenazê kurê wê dibin asteng banga têkoşînê li jinan kirin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi qasî 5 mehan “qedexeya derketina kolanan” berdewam kir. Her çendî bi awayek qismî rakiribin jî derdora 6 taxan têl kirine. Li ser lingan me li gel jinên dema ku ji malên xwe derketîn tiştek li gel xwe dernexistîn, niha malên wan hatîn xirakirin û dibêjin: “Malên me ji canê wan zarokan ne çêtirbûn” sohbet kir. Jinan gotin: “Xwezî tiştek me nemabana, tenê wan ciwanan jiyana xwe jidest nedabana.” Ji nava jinan H bi gotina: “Ew zarokên taxêbûn” xwest jin hemû bi hev re tevbigerin, dest danî ser dilê xwe û got: “Min zaroka xwe li vê axê anî dinê. Kurê min zaroka vê taxêbû. Di taxa xwe de kurê min şer kir.” H ji bo girtina cenazê kurê xwe Egîd ê ku şahidî ji komkujiya Enqerê re kirî paşê di nava berxwedana Nisêbînê de cihê xwe girtî û cenazê wî di nava taxên têlkirî de ye bang li hemû jinan kir ku bên tevlî berxwedana li ber têlan bibin.

Ji şahidiya komkujiya Enqerê ber bi berxwedana Nisêbînê ve …

H bi gotina: “Xwediyê giyanek fedayîbû” qala Egîdê xwe dike û dibêje: “Ciwanê weke wî bedew nebû. Ez sed salan wî ji bo we vebêjim naqedînim.” H bilêv kir ku Egid zewicî bavê 2 zarokanbû û wiha domand: “Navê Rohat li kurê xwe kir. Rohat yekem ciwanê li taxê jiyana xwe jidest dayîbû. Piştî wî du mehan Rohatê biçuk hat dinê. Egîd gelek ji keça xwe Arjînê hez dikir, Arjînê jî wiha ji bavê xwe hez dikir.” H destnîşan kir ku kurê wê li İzmîrêbûn ji bo tevlîbûna mitînga 10’ê Cotmehê diçe Enqerê û wiha berdewam kir: “Piştî komkujiya Enqerê xwe komî serhev nekir. Kurê min digot: ‘Parçê laşê mirovan ji hewa de dihat li çav û ruyê me diket.’”

‘Dayê min sozek daye, venagerim’

H derbirî ku kurê wê Egîd hat tevlî berxwedana Nisêbînêbû û wiha dom kir: “Ji bo hevdîtina birayê xwe ji Bursayê hat û carekdin venegeriya. Min got: ‘Egîdê min bi min re were.’ Wî ji bo min got: ‘Ez qet dernakevim.’ Min jî got ku ez bê te naçe, erê kir heya dema rêketinê ez xapandim û got: ‘Qusura min nenêre dayê min sozek daye, venagerim.’ Me ji hev xatir xwest, ew ma û ez çum.”

Ezê ji bo zarokên xwe biçim ber têlan …

H diyar kir ku ji ber cenazê kurê wê li piş têlane ew naraze û wiha dom kir: “Ez di nîvê şevê de şiyar dibim, êdî ez çi bikim xewa min nayê. Keça min dibêje: ‘Dayê wiha neke, zarokên her kesê di nava wan têlan dene.’ Gelo her dayikên cenazên zarokên wan di nava wan têlan de weke min dişewitin yan jî ez tenê wiha me? Ez niha ji bo hevdîtina kurê xwe yê girtîgehê hatime Nisêbînê. Ev çend roje ez li dora van têlan diçim û têm. Dema ku li dora têlan digerim, yên min dibînin difikirin ez li mala xwe dinêrim. Lê ez ji bo kurê xwe yê cenazê wî li peyî têlan li vêderê me, dixwazim çareseriyek çêbibe.”

Zarokên taxa me …

H bi gotina: “Dengê min bigihînin dayikên din ên cenazê zarokên wan li piş van têlan” û banga li piş têlan kombûnê li wan tevan kir. H daxwaza xwe ya ji bo zarokên xwe jî wiha vegot: “Yan dê dijmin me jî li vêderê bikuje yan jî dê cenazê zarokên me bide. Em ji bo girtina cenazê zarokên xwe mirinê didin berçavan. Ew li ser ax û welatê xwebûn. Me ax û welatê kesê îşkal nekiriye. Ev der mal û milkê me ne, zarokên me jî zarokên vê taxê ne. Min zaroka xwe li vê taxê aniye dinê. Kurê min zarokê vê taxê ye. Zarokên me neçune, dest nedane ser mal û mulkên kesê. Wan ji bo taxa xwe şer kirin.”


Werin ber têlan …

H bilêv kir ku dema ew cenazên zarokên xwe bigirin hindik be jî dê êşa wan sivik bibe û wiha dom kir: “Çima zarokên me di nava wan têlan denin. Dema ku dilê mirov li cihekê be ji bo girtina wî dilî ma mirov mirinê nade berçavan? Ez qet rabûna ji ber van têlan nizanim… Bila hemû dayikên şehîdan bên ber van têlan, em bi hev re zarokên xwe ji nava têlan derxin.”

(zt)