Li Nisêbînê li dijî sûcê mirovahiyê ji bo çalakiyê bang
12:21
JINHA
MÊRDÎN-Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ku li Nisêbînê lêkolîn kir, diyar kir ku li bajar sûcê mirovahiyê tê kirin û berdewam dike. Gulserenê banga çalakiya lezgîn kir.
Li Nisêbînê di 14’ê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di 19’ê Tebaxê de tevî ku beşek lê hatibe rakirin jî hîna qedexe didome. 6 tax bi têlan hatine dorpêçkiri û nahêlin cenazeyên li wir bên derxistin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku divê ji bo sûcê mirovahiyê ya li Nisêbînê pêk tê serlêdana sûc bê kirin û got: “Em hatin vir û niha 6 tax bi têlan hatine dorpêçkirin. Alên Tirk li têlan hatine daliqandin. Ji bo mirov wek mirov bijin divê mirov xwedî mafên sereke bin. Ev têl mirovan tehdîd dikin. hîna di bin wan kavilan de cesed hene. Dewlet li wir çi dike divê ev derkeve holê. Hildiweşîne an kavilan radike nayê zanîn. Dewlet difikire ku mafdare. Dadgeha mafê mirovan û dadgeha cezaya navneteweyî li van deren çi encamê digire nizanim lê her serlêdan wê di dîrokê de cih bigire.
‘Bila her kes berpirs tevbigere’
Gulserenê ji bo sûcê mirovahiyê yê li Nisêbînê pêk hatiye bang kir û got: “Li dijî vî sûcê bêdengî hevkariya sûce.Ji bo jiyan li vir veguhere rewşa normal divê her kes çi ji destê wan tê bikin, berpirs tevbigerin.”
Ji Tevgera Jinan a Demokrat ya Dêrsîmê aktîvîst Ozlem Armen jî got berxwedanek bi heybet li Nisêbînê heye û got li ser van xakan bi salane Ermenî, Suryanî û Kurd xaka xwe winda kirine û ev xak di bin dagirkgeriyê de ne.
Ozelmê got ew wek jineke Dêrsîmê ji êşa Nisêbînê ne durin û bang li hemû jinên sosyalîst û şoreşger kir ku Nisêbînê tenê nehêlin.
(ekip/hu)