Asli Erdogan sewqî Edliyeyê kirin
12:59
Tebax
19
/ 2016
JINHA
STENBOL – Nivîskar û endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan, ji bo lêpirsîna dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin.
Nivîskar û endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a di baregeha lêpirsîna arasteyî rojnameya Ozgur Gundemê de hat binçavkirin, ji nezaretxaneya Atişalaniyê, bo Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat sewqkirin.
Her wiha Gerînedeyê Weşana Giştî Bîlîr Kaya û Gerînendeyê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya yên di bin çavan de jî, ji Şûbeya TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Stenbolê şandin Navenda Polîsan a Esenler ê.
(rc)