Li ber avahiya mohrkirî civîna rojevê pêk hat

13:53

JINHA

STENBOL - Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê piştî hatin berdan bi lez û bez çûn avahiya rojnameya xwe. Xebatkarên rojnameyê li ber avahiya Gundemê civîna rojevê li dar xistin û gotin dê berxwedana xwe bidomîn in.

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin û xebatkarên wê hatin binçavkirin piştî ku rojnameger hatin berdan îro serê sibehê bi lez û bez hatin ber avahiya rojnameyê. Xebatkarên Gundemê vê carê li ber avahiya rojnameyê civîna rojevê li dar xistin.

Li ser deriyê rojnameyê ya hatiye mohrkirin hejmara rojnameyê ya li manşeta "Dê berxwedan bidome" û parkartên "Nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin", "Em di nobeta Ozgur Gundemê de ne" hatin daliqandin. Li ser diwarê avahiyê jî xwendevanên rojnameyê nivîsên "Me li ber xwe da em bi ser ketin" nivîsandin.
Xwendevanên Ozgur Gundemê û rojnamegerên ji bo piştevaniyê hatin jî beşdarî civîna rojevê bûn. Edîtorê rojnameyê Ender Ondeş di civînê de wiha got: "Li kolanê be jî, li nezaretxaneyê be jî di civînên rojevê de em ê rojnameyê derxînin. Em duh derketin, îro jî me civîna xwe ya rojevê li dar xist. Dê pênûsa Apê Mûsa li erdê nemîne."

Ji edîtorên rojnameyê Ersîn Çaksu jî têkîlarî rojevê sernavên nûçeyan parve kir. Rojnamegerên ku ji ber ku avahiya wan hatiye talankirin nikarin li hundir bixebitin dê li avahiyên saziyên ku piştevaniyê didin wan bixebitin.

Li ber avahiya Gundemê nobet didome.

(kom/rc)