Tedawiya Meliha ya bi guleya polisan birîndarbûyî berdewam dike
15:15
JINHA
MÛŞ – Dema ku polisan ser mala Med Ali Barutçu yê ku di komkujiya Pirsusê de jiyana xwe jidestdayî de girtin dayika wî Meliha Barutçu gulebaran kirin. Meliha ya ku di beşa lezgîn de dima girtin oda normal.
Duh ber nîvro polisên tîmên tayibet ser mala Med Ali Barutçu ya li Taxa Sunay a Mûşê de girtin. Bi hinceta di derbarê xwişka wî Kubra Barutçu ya ku li Zanîngeha Firadê dixwend de biriyara girtinê heye her der li nava hev sixtin. Dayika Kubra Meliha Barutçu dema ku xwest bi keça xwe re biçe, ji aliyê polisan ve hat gulebaran kirin û ji singa xwe birîndarbû. Melihat a ku rakirin Nexweşxana Dewletê ya Mûşê girtin emelyatê.
Piştî Beşa Lezgîn hat zanîn ku rewşa Meliha başe. Kubra ya girtin binçavan jî hat zanîn birin Emniyeta Muduriyeta Mûşê.
(va/zt)