'Asliyê ji bo aştiyê dinivîsand'

15:45

JINHA

STENBOL - Hevalên nivîskar Asli Erdogan ên nivîskar ji bo serbestbardana Asliyê bi dirûşmeya "Ramana azad nayê bêdengkirin! Asli Erdogan ne bi tenê ye!" kampanya îmzeyan dan destpêkirin û gotin: "Yên dixwazin dengê wê qût bikin li dijî ramana azad tundî pêk anîne. Em li dengê wê xwedî derdikevin."

8'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê di 16'ê tebaxê de biryara girtina Rojnameya Ozgur Gundemê da û bi ser avahiya rojnameyê de girtin. Li gel 24 xebatkarên rojnameyê di serdegirtina mala nivîskarê rojnameyê Asli Erdogan de jî girtin û Asliyê binçav kirin. Piştî Asliyê hat binçavkirin, hevalên wê ên nivîskar ji bo berdana Asli kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Nivîskaran diyar kirin ku Asliyê di nava 50'î nivîskarên pêşerojê de herî baş cihê xwe digire û binçavkirina wê şermezar kirin. Nivîskaran ji bo berdana Asliyê li Salona Cezayir Restoranê civîna çapemeniyê pêk anîn û daxuyanî dan. Nivîskaran li salonê bi dirûşmeya "Ramana azad nayê bêdengkirin! Asli Erdogan ne bi tenê ye!" kampanya îmzeyan dan destpêkirin û gotin "Yên dixwazin dengê wê qût bikin li dijî ramana azad tundî pêk tînine. Em li dengê wê xwedî derdikevin." Nivîskar Murathan Mungan, Umît Kivanç, Yasemin Yazici, Zeynep Uzunbay, Yunus Bekir Yurdakul û gelek nivîskarên din jî tevlî daxuyaniyê bûn. Dîsa dayika Aslı Erdogan Mîne Erdogan jî amade bû.

Nivîskar Sema Kaygusuz daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî darbeyê rojnameger, nivîskar, rewşenbîr tên girtin û rastî îşkenceyê tên û wiha got: "Herî dawî Asli Erdogan bû hedef. Ev erîş dijî azadiya ramanê pêk tê. Em ê wekî nivîskar her dem rastiyan bêjin û binivîsin û em dê li pişt azadiya ramanê bin."

Şaîr-Edîtor Mehmet Sait Aydin jî anî ziman ku Asli Erdogan pêşenga wêjeya cihanê ye û bi berhemên xwe piştgiriyek mezin daye wêjeya cîhanê û wiha domand: "Asli Erdogan ji ber ku di rojnameya herî xurt a dengê kurdan Ozgur Gundemê de nivîsand hat binçavkirin. Ozgur Gundem dê dîsa derkeve û Asli dê dîsa binivîse."

Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiye Mustafa Koz jî anî ziman ku, ew dizanin dê çend roj şûnde Asli ligel xwe bibînin û wiha pêde çû: "Ev ne halê normal e. Ev faşîzme. Asli Erdogan bi wijdana xwe nivîsand û fikirî. Sendîkaya Nivîskarên Tirk li pişt Asliye."

Nivîskar Sema Kaygusuz jî bang li xwînerê nivîskar Asli Erdogan kir û xwest her kes ji bo wê di nava têkoşînê de bin.

Nivîskar Tevfik Taş jî got: "Li vî welatî Ozgur Gundem heye û kurdên berxwedêr hene û dengê wan jî Ozgur Gundem e."
Dayika Asliyê mîne Erdogan jî anî ziman ku ew bi keça xwe serbilind e.
Nivîskar Ayşegul Devecîoglu bi lêv kir ku, ji ber Asliyê bi fikrên xwe şer dikir di Rojnameya Ozgur Gundemê di dinivîsand hat girtin. Girtina Rojnameyê ne tenê qetilkirina rojnameyê ye. Di heman demê de aştî qetil kirine. Asliyê ji ber aştiyê diparêze di Rojnameya Ozgur Gundemê de dinivîsand."

Nivîskar Necmiye Alpay, Seray Şahiner, Selçuk Îrez, Yaşar Miraç û Murat Uyurkulak jî diyar kirin ku ew heta dawî li pişt Asliyê ne û gotin ku, ji ber li vî welatî pirsgirêk û rastiya kurd heye ew ê binvîsin. Nivîskaran xwest li dijî van pêkanînan eniyek mezin a demokratîk ava bibe û yekîtiya xwe xurt bikin.

Nivîskar piştî daxuyaniyê derbasî Edliyeya Stenbolê bûn.
(kom/rc)