Parêzeran li ber dadgehê dest bi çalakiya runiştinê kirin

16:37

JINHA

STENBOL – Parêzer Oya Aslan û Ozgur Yilmaz ji bo ku ji muwekîlên xwe agahî bigirin li ber dadgehê dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Paşrêzerên Buroya Hiquqê ya Gel Oya Aslan û Ozgur Yilmaz li ber Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Stenbolê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Parêzeran diyar kirin ku ev 4 roje ji miwekîlên xwe agahî negirtine ji bo wê jî dest bi çalakiya runiştinê kirine.

Paşrêzerên ku li dozgeriyê gilî kirine dan zanîn ku heya ew tiştek ji miwekîlên xwe nezanin dê çalakiya runiştinê berdewam bikin. Çalakiya parêzeran berdewam dike.


(rt/zt)