GOÇ-DER’ê rapora Şirnexê diyar kir

16:51

JINHA

AMED - Şaxa GOÇ-DER'ê ya Amedê, di rapora ku derbareyê 'qedexeya derketina derve' ya Şirnexê amadekir de, dest nîşan kir ku ji ber êrîşên hêzên dewletê 64 hezar welatiyên ku li bajêr dijiyan, hema hema temamiya wan koçber bûye. Di raporê de hat diyarkirin ku welatiyên ku nexwestine warê xwe biterikînin jî, li gel şert û şirûtên zehmet di konan de dijîn.

Li gel domandina 'qedexeya derketina derve' ya li Şirnexê, Şaxa GOÇ-DER'a Amedê di 10'ê Tebaxê de li Şirnexê lêkolîn kirin û di encama van lêkolînan de raporek amade kirin. GOÇ-DER li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê rapora ku amade kiribû daxuyand. Di civîna ku endamên Lijneya Rêveberiya GOÇ-DER'ê beşdarî wê bûn de, Hevserokê Şaxê Yilmaz Kan axivî. Yilmaz got ji 14'ê adarê heta niha 64 hezar mirovên li Şirnexê dijiyan, di encama operasyonan de bi darê zorê koçber bûne.

Yilmaz anî ziman ku li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, 86 sivîl di dema operasyonan de hatine qetilkirin û ragihand ku li gel ewqas êş û azaran jî welatiyên ku malên xwe terikandine, lê li hawirdora bajêr di konan de dijîn beyan dikin ku ew dê terka xaka xwe nekin.

Yilmaz wiha got, "Di xebatên me yî koordîneyî yên bi rêxistinên sivîl ên herêmî re, hatiye diyarkirin ku heta niha pêdivî bi 2 hezra konî heye, lê di demeke nêz de ev hejumar bibe 5 hezar. Hatiye diyarkirin ku, di warê mijara tenduristiyê de hin hewldan xwe dane der û piştî hin vekolînan heyeta ku hatiye careke din li van bajarên konî venegeriyaye. Hin hewldanên ekîpmanên tenduristiya serbixwe çêbûne, lê belê destûra wan î têketina bajêr û herêmên konan nehatiye dayîn."

'200 malbat di konên kevnar û nelihev de dijîn'

Yilmaz, da zanîn ku 10 km dûrî têketina bajêr malbatan bi derfetên xwe û hin rêxistinên civaka sivîl ên herêmî li qada hêwirgehên afetê bajarekî konî ava kirine û got, li qada hêwirgehên afetê 80 konên kevnar û nelihev hene û di van konên nelihev de bi giştî 210-220 malbat dijîn. Yilmaz dest nîşan kir ku malbatên li konên kevnar û nelihev de dijîn ev 6 meh e li vir in û di hundirê heman konş de 3 malbat û bi giştî 20 kes dijîn, di hin konan de jî 2 malbat dijîn. Yilmaz diyar kir ku welatî nikarin vegerin malên xwe û yên dixwazin malên xwe bibînin jî rastî cezayê pereyî tên.


(zt)