Koçberî bi xwe re biyanîbûnê tîne

09:01

JINHA

AMED - Koçberiyên ku li bakûrê Kurdistanê ji ber êrîşên hêza dewletê pêk hatî bandorek mezin li ser zarok û jinan kir.

Hevseroka GOÇ-DER'a Amedê Semîre Nergîz diyar kir ku koçberî bûye sedem jin ji xwezayê xwe jî dûrbikevin.

Li bakûrê Kurdistanê piştî ku dewleta tirk qedexe li herêmên xwerêveberinê îlan kir, êrîşên giran pêk anîn. Ji ber êrîşa giran bi hezaran welatî neçar man ji cih û warê xwe koçbikin û li bajarên din bi cih bibin. Jin û zarokên ku ji ber koçberiyê bandor bûne, li hember şert û mercên giran berxwedidin. Hevseroka Komeleya Çand û Civaka Piştgiriya Koçberan a Amedê Semîre Nergîz derbarê koça ku bandor li jinan kiriye axivî. Semîreyê anî ziman ku, jin di her qadên jiyanê de rastî gelek zor û zehmetiyan tên û got: "Jin hem ji aliyê civakê hem jî ji aliyê dewletê ve rastî zor û zehmetiyan tên.

'Mirov bi koçê ji xwezaya xwe dur dike ve'

Semîreyê da zanîn ku dewleta tirk ji bo desthilatdariyê xwe êrîşa kurdan dike û wiha domand: "Dixwaze ku civak û çanda kurd li gorî pergala xwe bide meşandin. Lewra ji sala 90'î û şûn de li Kurdistanê polîtîkaya koçkirinê xist dewrê û bi hezaran welatî ji cih û warên wan dûr xistin. Dîsa bi koçberiyê re mirov ji cih, war, çand, kevneşopî û ji civaka xwe ya xwazayî tên qut kirin. Ev jî bandorek mezin li ser welatiyan dike."

'Koçberî bandorek mezin ser derûniyê mirovan dike'

Semîreyê destnîşan kir ku, gava tê gotin koçberî tenê jiyanek ji hev hatî qûtkirin tê bîra mirovan û wiha pêde çû: "Ji ber ji jiyan û çanda xwe yê xwezayî tê qûtkirin. Di bingeha xwe de ev trejediyek gelek mezin e. Lewra divê baş li ser bê rawestandin û alikarî bên dayin." Semîreyê her wiha çavderiyên xwe ên di derbarê herêmên xweser de wiha anî ziman: "Wek Komeleya Goç-Derê me li herêmên ku dewlet êrîş kiriye û lêkolîn pêk anîn. Me xwe gihand jinan û em bi wan re ketin nava têkîliyan. Nêrin û hestên xwe bi me re parvekirin. Her wiha êş, jan, bawerî û bêbaweriya ku dijiyan ji mere vegotin. Me carek din bi çavên xwe dît ku di dema koçberiyê de herî zêde jin dibin maxdûr û dibin bandorek mezin de dijîn. Me baş dît ku jinên şahidiya şer kirine û neçar mane malên xwe terk bikin pirgirêkên derûnî dijîn. Ligel vê xwesteka jinan yê vegera warên xwe heye."

'Welatî li ser axa xwe tên biyanî kirin'

Semîreyê polîtîkaya koçberiyê yên sala 90'î bibîr xis û wiha dirêjî da gotina xwe: "Çawa ku welatî di sala 90'î de ji gundan koçî bajêr dikirin niha jî, ji bajaran koç dibin. Her çiqas koç li ser navê 'Ewlehiyê' hatibin kirin jî di rastiya xwe de ev ne wiha ye. Ji ber koçberiyê welatî ji aliyê aboriyê ve jî gelek zehmetî dikişîn in. Ji aliyê derûniyê ve jî heman zorî dibînin.

Welatî li ser axa xwe tên biyanî kirin. Wek komele ji bo jin û zarokan me xebatên ji hev cuda daye destpêkirin. Li ser vê yekê bi riyê civaknas û derûnasan em ê hewl bidin derûnî û birîna jin û zarokan derman bikin. Em heya dawiyê dê li cem wan bin û derdên wan parvekin."

(ho/rc)