ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
Tebax
20
/ 2016
*Koçberiyên ku li bakûrê Kurdistanê ji ber êrîşên hêza dewletê pêk hatî bandorek mezin li ser zarok û jinan kir.
*Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, diyar kir ku nêzîkbûna ji bo Abdullah Ocalan nêzîkbûna li hember têkoşîn û gel ê kurd e û got ku, ji bo şikandina tecridê û azadiya Abdullah Ocalan gel dê berxwebide.
*Di bin germahiya dijwar a Çukurovayê de jinan ji bo amadekariya zivistanê ketin nav liv û tevgerê. Li Gulbahçeyê jinan di dukana ku vekirin de sebze, konserve, ava firingiya û sebzeyên hişk bi hevkarî amadekirin û difroşin.