Newroz Uysal: Gel dê diwarên tecrîdê hilweşîne

09:28

Zeynep Akıin/JINHA

ÊLİH -Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, diyar kir ku nêzîkbûna ji bo Abdullah Ocalan nêzîkbûna li hember têkoşîn û gel ê kurd e û got ku, ji bo şikandina tecridê û azadiya Abdullah Ocalan gel dê berxwebide.

Tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gumanê gelê gurd zêde dike. Abdullah Ocalan nêzîk 3 sal in li gel parêzeran hevdîtin nake û ji 5'ê Nîsanê heya niha jî ligel Heyeta Îmraliyê hevdîtin pêk ne aniye. Piştî derbeya 15'ê tirmehê jî tirsên gel ji bo Abdullah Ocalan zêde dibin. Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Newroz Uysal bal kişnad li ser pêvajoya şer û derbeyê.

'Em ji rewşa Ocalan bi guman in'

Newrozê bbîr anî ku, Abdullah Ocalan 17 sale di Îmraliyê de, di bin tecrîda giran de ye û got: "Di şexsê Ocalan de hemû gelê kurd tên tecrîdkirin. Piştî derbeya 15'ê Tirmehê û şûn de rewşa Ocalan me tev dixe nava gumanên mezin. Em dikarin mînaka herî nêzîk bêjin ku ji 5'ê Nîsanê hevditînên me ligel Ocalan re hatin qutkirin. Bi vê yekê re konsepta şer ket dewrê."

'Armanca OHAL'ê Ocalan û gel ê kurd e'

Newrozê destnîşan kir ku di bin navê OHAL'ê de ew Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd girtine hedefa xwe û wiha pêde çû: "Armanca OHAL'ê gel ê kurd û Birêz Abdullah Ocalan e. Ji aliyê hiqûqî û siyasetê ev wisa tê şîrove kirin. Divê tevlîbûna ji çalakiya "Ji bo Ocalan Azadî" tevlîbûn zêde bibe. Gel dê bi berxwedan û têkoşîna xwe dîwarên tecrîdê hilweşîne û Ocalan azad bike."

(hk/rc)