'Pênûsa Apê Mûsa neket dê nekeve'
11:23
JINHA
STENBOL - Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hat girtin îro bi manşeta "Pênûsa Apê Mûsa neket dê nekeve" derket.
Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku bi biryara dadgehê ve hat girtin, piştî girtinê hejmara xwe ya 4'emîn derxist. Rojnameya ku wekî pêveka Atilimê derdikeve di manşetê de civîna rojevê ya 22 xebatkarên hatibûn binçavkirin û berdan a li ber avahiya Gundem dît.
Xebatkarên rojnameya ku bi manşeta "Pênûsa Apê Mûsa neket dê nekeve" derket peyama dê xebatên xwe bidomînin dan.
Li aliyê din endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan jî duh bi şev hatibû girtin.
(rc)