'Keça min ji ber parazvaniya aştî û azadiyê kiriye hat girtin'

11:43

Rûken Tuncel/JINHA

STENBOL - Dayika Asli Erdogan Mîne Aydostlu, piştî edliyê biryara girtina Asliyê da got: "Tiştê ku keça min kiriye tenê fikrê xwe nivîsandine. Ew ji ber parazvaniya aştî û azadiyê kiriye hatî girtin."

Asli Erdogan ya ku di medyaya navnetewi de navdare û di Kovara Lire de wek "Nivîskara 50'mîn ya pêşerojê" hatî pênase kirin hat girtin. Piştî 16'ê tebaxê rojnameya Ozgur Gundemê bi aweyek dijî hiqûqî hat girtin, endama Lijneya Şewirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan piştî binçavkirinê, dadgeh biryara girtina wê da. Asliyê ku bi nasnameya xwe yê nivîskarî tê nasîn, bi îdîayê "propagandayê rêxistinê kiriye" û "Endama rêxistinê ye" şandin Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê.

Dayika Asliyê Mîne Aydostlu piştî girtina keça wê bertek nîşan da û got ku, ev biryar, biryarek dijîhiqûqê ye û wiha domand: "Keça min ji ber parazvaniya aştî û azadiyê kiriye hat girtin. Ji ber azadî dixwast hat girtin. Ji ber li gel çîna bindest bû hat girtin. Eger li vî welatî azadiya raman û azadî nebe, tê wateya ku demokrasî jî nîne. Tiştê ku keça min kiriye tenê fikrê xwe nivîsadine. Di tu civakên moder de ev yek sûc nayê hesibandin. Ev helwestek gerdûniye. Lê li tirkiyê ev ne wihaye. Ez hêvî dikim ku bikevin ferqê kêmasiyên xwe û demek berî demek din keça min serbest berdin."

(rc)