Mêrê ku îstîsmara zayendî hember zaroka 9 mehî pêk anî hat girtin

12:41

JINHA

DÎLOK - Mêrê ku li Dîlokê hember zaroka 9 mehî êrîşa îstismara zayendî pêk anî hat girtin. Li aliyê din nûçegihanê ku bûyerê ronî kirî bi mirinê hat tehdît kirin.

Li navçeya İslahiya Dîlokê malbata ku ji Suriyê koç bûne û bi karê çandiniyê re mijûl dibûn, zaroka xwe ya 9 mehî rakirin nexweşxanê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyê bijîkan diyar kir ku zaroka 9 heyvî hatî tecevûz kirin. Mêrê bi navê S.D'ê yê 19 salî yê ku îstîsmara zayendî pêk aniye li Îslahiyê hat binçav kirin.

Girtina S.D ji aliyê Walitiya Dîlokê ve hat raghandin. S.D. di lêpirsînê de sûcê ku pêk aniye girt ser xwe û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Li aliyê din nûçegihanê BîrGunê Huseyîn Şîmşek yê ku nûçeyê tecevûza zaroka 9 mehî çêkirî li ser Twîtterê rastî tehdîtên mirinê hat.

(rc)