Bakûrê Minbicê bi temamî hat rizgar kirin

14:12

JINHA

MINBIC - Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkîldarî operasyonên li eniya bakûr a li hember DAÎŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku operesyona rizgarkirina bejahiya Minbicê li baskê bakurê Minbicê rawestiya, lê li baskê başûr didome. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê pêngava duyemîn a Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bejahiya Minbicê, daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

”Di têkoşîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSDꞌê ya li dijî çeteyan, xeta parastinê ya bakurê çemê Sacûrê hat bidestxistin. Şervanan ev yek wek tevbîr girtin ku çete xwe bernedin herêmên rizgarkirî. Hêzên QSDꞌê vegeriyan başûrê xeta Sacûrê, lê şervanên Meclîsê li xeta çemê Sacûrê man û li xeta parastinê ya bakurê çem, bi cih bûn.

Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê radigihînin ku operesyona rizgarkirina bejahiya bakurê Minbicê bi dawî bûye û gihişt encamê. Lê li bejahiya başûrê bajêr, operesyona rizgarkirinê didome.”

(rc)