Nazîme Abî ji bo JINHA'yê nûçe şopand
14:35
Tebax
20
/ 2016
JINHA
WAN - Di çerçoveya kampanya ku CRA'yê ya "Nobedarên dildar" daye dest pêkirin de îro Endama Meclîsa Şaredariya Başkaleyê Nazîme Abî li JINHA'yê dest bi nobeta dildar kir.
Kampanyaya "nûçegîhanên dildar" ya CRA’yê ji bo piştevaniya rojnamegerên girtî daye destpêkirin di roja sêyem de li Wanê berdewam dike. Îro Endama Meclîsa Şaredariya Başkaleyê Nazîme Abî li JINHA’yê tevlî civîna nûçeyan bû.
Nazîmeyê di civîna rojevê de bal kişand ser nêzbûna Roja Aştiya Cîhanê 1'ê Îlonê û dûvre tevî nûçegihanên JINHA'yê ji bo şopandina nûçeyan derket.
(rc)