Ji Asli Erdoganê peyam: Bi pêşdarazên xwe ya ku heps kirin wicdan e

16:15

JINHA

STENBOL - Nivîskar û endama Lijneya Şewirmeniya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a hate girtin di peyama xwe ye ji girtîgehê şan de wiha got: "Di nivîsên min de ya ku hat darizandin tenê azadiya fikir na ya ku hat darizandin wicdan e. Bi pêşdarazên xwe ya ku heps kirin wijcdan e. Wêje ji bo ku wicdanê di mirovan de ava bike heye. 18 sal in bi awayeke sîstematîk li dijî şîdetê me û nivîsên xwe yên di Ozgur Gundemê de wekî pira aştiyê dît."

Nivîskar û endama Lijneya Şewirmeniya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê", "xirakirina yekîtiya dewletê" hat girtin bi riya parêzerên xwe Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz ji Girtîgeha Bakirkoyê peyamek şand.

Parêzeran diyar kirin ku muwekîlên wan niha di odeyeke yek kesî de dimîne û heta duşemê ji ber ku kantîn girtî ye, nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne û peyama ku Asliyê da parve kirin.

'Min nivîsên xwe yên Ozgur Gundemê wekî pira aştiyê dît'

Peyama Asliyê wiha ye: "Morala min baş e. Ez dizanim ji bo çi li vir im. Ez slavên xwe ji hemû kesan re dişîn im. Di nivîsên min de ya ku hat darizandin tenê azadiya fikir na ya ku hat darizandin wicdan e. Bi pêşdarazên xwe ya ku heps kirin wicdan e. Wêje ji bo ku wicdanê di mirovan de ava bike heye. 18 sal in bi awayeke sîstematîk li dijî şîdetê me û nivîsên xwe yên di Ozgur Gundemê de wekî pira aştiyê dît."

(rc)