Li Dîlokê êrîşa bombeyî gelek mirî hene
08:13
Tebax
21
/ 2016
JINHA
DÎLOK - Li navçeya navendî Şahînbeya Dîlokê, di êrîşa bombeyî ya li dijî dawetekê gellek kes jiyana xwe ji dest dan.
Li Taxa Beybahçeya navçeya navendî ya Şahînbeya Dîlokê li dijî dawetekê êrîşeke bombeyî pêk hat. Êrîş li dijî eywana dawetê ya ku daweta Ziya Akdoganê ji Perwariya Sêrtê bû pêk hat. Li gor şahidên bûyerê hat diyarkirin ku bi êrîşa bombeyî re li cihê bûyerê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Hemû ambulansên nexweşxaneyên herêmê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin, mirî û birîndar bo nexweşxaneyan tên veguhastin.
(zt)