ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên bajarê Hesekê êrîşa rêjîmê û pêxwasên wê şermezar kirin û gotin: "Çi dibe bila bibe, em ê axê xwe terk nekin.”
*Endama Komisyona Hiquqê ya DBP’ê Gulay Koca Ozturkoglu sedema çima jin ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsyariyê digirin wiha anî ziman: “Xeta azadiya jinan a ku Birêz Ocalan daniyi holê ji bo hemû jinên cîhanê bûye rêya ronahiyê. Ji bo wê ji Birêz Ocalan ji bo jinan gelek giringe. Ji bo wê jî divê hemû jin bi hev re beşdarî kampanya KJA yê bibin.”
*Xuşka Rojnameger û Damezrênerê Ozgur Gundemê Cengîz Altun, Sabahat Altun Çelîk bertek nîşanî girtina rojnameyê da. Sabahat Rojnameya Gundemê şiband Teyrê Zumrût yê efsanewî û got ku Rojnameya Ozgur Gundemê wek Teyrê Zumrûdê bi xweliya xwe ji nû ve zindî dibe.