Jinên Hesekê: Çi dibe bila bibe em ê axê xwe terk nekin
09:01
Lava Sîrac/JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê êrîşa rêjîmê û pêxwasên wê şermezar kirin û gotin: "Çi dibe bila bibe, em ê axê xwe terk nekin.”
Jinên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê têkîldarê êrîşên rejîma Baasê bertekên xwe anîn ziman û gotin ew ê dev ji axa xwe bernedin. Jina bi navê Sîhem Hewas diyar kir ku ew bi parastina şervanên YPG/YPJ’ê bawerin û wiha got: “Em li vir piştgirya şervanên YPG/YPJ/HPC’ê û Asayişa xwe dikin. Armanca hêzên rêjîmê û pêxwasên wan ya êrîşan, nerazîbûna wan ji serkeftinên ku hêzên me bidest dixin e. Ji ber vê yekê dixwaze ku moralê me bişkîne. Lê em dibêjin ku wê tu carî daxwaza wan bi cih neyê û wê serkeftin ya me be."
‘Li hember her cure êrîş em ê parastina xwe bikin’
Derya Xalid jî destnîşan kir ku çar rojin çeteyên rejîmê û pêxwasên wan bi hevkariya Îran û Hizbûllah bi çekên giran êrîş pêk tînin û wiha domand: “Em jî wek dayik bajarê xwe bernadin, em ê li pişta YPG-YPJ’ê û hêzên Asayiyê bin. Rêjîma Baas ya ku li Hesekê têk diçe, bi bombardûmanê dixwaze gel bitirsîne. Em xwedî îradeyeke xurt in, xwediyê axa xwe ne, em kurd, ereb, asur û hemû gelên herêmê bi hev re wekhev in. Em ê li hember her cure êrîş parastina xwe bikin.”
‘Divê gel piştgirî bide berxwedanê’
Perwîn Xalîd jî êrîşên rejîma Baasê bi tundî şermezar kir û wiha pêde çû: “"Ev çar roje, rêjîm bi bombe û hawanan êrîşê sivîlên bajêr dike. Li hember her cure êrîş em ê taxên xwe biparêzin û warên xwe terknekin. Ez berxwedana YPG/YPJ/ HPC’ê û hêzên Asayişa Gel silav dikim. Ji gel jî dixwazim piştgiriya berxwedanê bikin."
(en/rc)