'Ozgur Gundem wek Teyrê Zumrûd ji xweliya xwe cardin zindî dibe'
09:04
Hulya Okalîn/JINHA
AMED - Xuşka Rojnameger û Damezrênerê Ozgur Gundemê Cengîz Altun, Sabahat Altun Çelîk bertek nîşanî girtina rojnameyê da. Sabahat Rojnameya Gundemê şiband Teyrê Zumrût yê efsanewî û got ku Rojnameya Ozgur Gundemê wek Teyrê Zumrûdê bi xweliya xwe ji nû ve zindî dibe.
Rojnameya Ozgur Gundemê di 17'ê tebaxê de ji aliyê 8'emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê ve bi hinceta "Propagandaya PKKê dike" hat girtin. Di ser de girtina rojnameyê de 24 rojnameger û kedkarên çapemeniyê binçavkirin. Xuşka Damezrênerê Rojnameya Ozgur Gundemê Cengîz Altun, kedkara çapemeniyê Sabahat Altun Çelîk bertek nîşanî biryara girtina rojnameyê da. Sabahat diyar kir ku Rojnameya Gundemê ji 1990'an û şun de ligel hemû êrîş, talan, girtin, sansûr, astengiya belavkirinê, bombekirin, binçavkirin û qetiliyaman, li ber xwe daye û di rê ya ku jê bawer dikir de meşiyaye.
'Li ligel hemû êrîş û astengiyan rê ya xwe berdewam dike'
Sabahat weşan û xwe nûkirina rojnameyê şiband Teyrê Zumrûdê û wiha axivî: "Eger em çiroka efsaneya Teyrê Zumrûdê bi kurtasî bêjin. Wek tê zanin Zumrût di dirokê de teyrek gelek zana û berxwedêr e. Zumrûta her çi qas tê kuştin bi xweliya xwe car din ji nû ve zindî dibe. Rojnameya Gundemê jî wiha ye. Li ligel hemû êrîş û astengiyan rê ya xwe berdewam dike. Divê berdewam bike jî. Ji ber ku ala kevneşoiya berxwedana çapemeniya şehîdan girtiyê li ser xwe û soz daye cangoriyên xwe. Eger ne wiha bê dê çawa bibe deng, guh û çavên gelê xwe û dê çawa tiştên veşartî derxe hole û dê çawa soza xwe ya ji şehîdan re bicih bine."
'Ev agir dê wejî bişewîtine'
Sabahat di berdewamiya axaftina xwe de têkoşina rojnamegerên Ozgur Gundemê yên di sala 90'î de bibir xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku Suleyman Demîrel got' Ew ne rojnamegerin militant in' bi qetîlkirina Cengîz Altun re qetilyama rojnamegerên kurd destpê kir. Cengîz şehîda yekem bû lê mixabin ne ya dawÎ bû. Piştî wî Apê Musa, Yahya, Hafîz, Ferhat, Gurbettelî, Sayfettin ,Orhan û gelek rojnamegerên ku me nave wan negot hatin qetilkirin. Bi hezaran kedkarên çapemeniyê hatin girtin û dibin gelek îşkenceyên girande derbas bûn. Di ciwaniyên xwe de ji bo eşq û baweriya heqîqata çapemeniyê û ji bo bibin dengê gel hatin qetil kirin. Disa dema ku Tansû Çiller got 'Wan bêdeng bikin' rojname hat bombekirin. Lê rojname tu carî serî li hemberî êrîşan ne danî. Bi kurtasî rojnameya Ozgur Gundemê wek Teyrê Zumrût ligel hemû bombe, şehadetan, binçavî û girtiyan carek din di nav xweliya xwe de zindÎ dibe û li hemberî faşizm û desthîlatdariya faşist bêden nebû. Rojname dotira rojê bi manşeta "Ev agir dê wejî bişewîtine" dest bi weşana xwe kir û serî ne tewand û xwe gihand xwendekarên xwe."
'Desthîlatdarên nû di serî de xwestin çapemeniya azad bê deng bikin'
Sahabat destnîşan kir ku hemû desthîlatdarên nû di serî de xwestin çapemeniya azad bê deng bikin û bi her awayî êrîşê rojnameyê kirine û çi ji destê wan hat kirin. Lê tişta ku ji bir kirin hebuye ew jî ew bû ku kedkarên rojnameyê ne ji bo pere, mal û milk li wir bûn. Ew bi îradeyek mezin û bi dildarî li wir dixebitin.
'Rojnamege şervanên heqîqatê ne'
Sabahat girtina rojnemeyê ya herî dawî jî bi van hevokan şermezar kir: "Ev girtin û binçakirina komî ku herî dawî kirin ne care yekem e. Ji ber vê yekê dibêjin ku em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û re ya xwe berdewam bikin. Lİ pişta me dayikên tulend spî û gelekî me ya mezin û dildar heye. Vê tiştê her tim dibinin û dê bibinin jî. Bi sedan malbatên şehîdan ku bi me re bixebitin hene. Her yek ji wan şervanê haqîqatê ne û bi dildarî ligel canên xwe dikarin nuçegihaniyê bikin û dikin jî. Bila ne yê ji bir kirin rojnameya ku bi heftane dihat weşandin niha wek gerdunî bi kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dike."
Sabahat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ozgur Gundem ked e, heskirin e, qedir, bawerî û soza şehîdan e. Lewra tu carî li hemberî êrîş û asteniya desthîlatdariyê serî ne tewandiye û natewîn e jî. Em hemû êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar dikin."
(zt)