'Em bi kampanya KJA yê li azadiya xwe xwedi derdikevin'

09:33

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED – Endama Komisyona Hiquqê ya DBP’ê Gulay Koca Ozturkoglu sedema çima jin ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berpirsyariyê digirin wiha anî ziman: “Xeta azadiya jinan a ku Birêz Ocalan daniyi holê ji bo hemû jinên cîhanê bûye rêya ronahiyê. Ji bo wê ji Birêz Ocalan ji bo jinan gelek giringe. Ji bo wê jî divê hemû jin bi hev re beşdarî kampanya KJA yê bibin.”

Herî zêde jin li azadî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 18 salin li Îmraliyê tê girtin xwedî derdikevin. Di rojên derbasbûyî de KJA yê dest bi kampanya “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” kiriye. Her diçe kampanya berfireh dibe, jinên DBP’ê jî biriyara bi awayek girseyî tevlî kampanyabûnê dane. Endama Komisyona Hiquqê ya DBP’ê Gulay Koca Ozturkoglu giringiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jinan û tecrîda heyî nirxand. Gulay da zanîn ku ji sala 2011’an heya niha Rêberê PKK’ê bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye, ji 5’ê Nîsana sala 2015’an ve jî hemû hevdîtin hatine qutkirin.

'Tecrit nayê pejirandin'

Gulay balkişand ser pêvajoya muzakereyan a ku di sala 2013’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û bilêv kir ku pêvajoya hatîbû despêkirin ji bo gelan hêviyek daçêkirin. Gulay destnîşan kir ku tecrîd kirina rêberê gelekê ticarî nayê pejirandin û wiha domand: “Piştî muzakereyan tecrîda ku xistin dewrê tine hesibandina vîna kurdane. Bi daxwaza Serokomar Erdogan pêvajo xistina bozdolabiyê, li ser kurdan dest bi qirkirinê kirin, li hemberî wê jî parastina cewherî derketpêş.”

'Nêrînên Birêz Ocalan azadin'

Gulay diyar kir ku di çarçova ‘plana helandinê de’ dewletê astengî xist navbera gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Nêrînên Birêz Ocalan di nava çar dîwaran de jî azade. Kes nikare nêrînên wî tecrîd û asteng bikin. Gelê kurd li hêviya peyvek a ku ji Ocalan bibihîzine. Vê asteng dikin û welat ber bi qeyîranê ve dibin. Ger Tirkiye dixwaze bi awayek demokratî bijî ev bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayiye. Di nava çar dîwaran de demokrasî nabe.”

'Ji bo azadiya jinan azadiya Ocalan şerte'

Gulay ji bo giringiya kampanya KJA yê jî wiha axivî: “Li ti devera cîhanê ji bo azadiya jinan di şoreşan de tiştek nehatiye kirin. Lê Birêz Ocalan got: ‘Jin azad nebe civak azad nabe.’ Hemû di dahurînên xwe de ser vê mijarê gelek sekiniye. Şoreşên ku jinan jêre pêşengî nekirî di demek kin de têk çune. Azadiya jinan a ku Birêz Ocalan derxistiye holê ji bo hemû jinên cîhanê bûye ronahî. Ji bo wê jî Birêz Ocalan ji bo jinan gelek giringe. Ji bo azadiya jinan tenê sedem azadiya Ocalan e. Ji bo wê jî divê hemû jin bi hev re beşdarî kampanya KJA yê bibin.”

(zt)