Ozgur Gundem bi gotinên Asli Erdogan derket

09:53

JINHA

STENBOL - Rojnameya Ozgur Gundemê ya hate girtin di roja 5'emîn de gotina Asli Erdogan a "Nivîsên min pira aştiyê bû" kir manşet û derket.

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê ya hate girtin ligel ku avahiya rojnameyê hatiye mohrkirin jî li ber avahiyê civîna rojevê digirin û rojnameyê derdixin. Di roja 5'emîn de rojnameyê peyama endama Lijneya Şewirmendiya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a hate girtin şandibû weşand. Rojnameyê gotina Asli a "Nivîsên min pira aştiyê bûn" kir manşet û di binî de jî wêneyê daxuyaniya ku ji bo wê hat dayîn bi kar anî.

Li aliyê din hejmara rojnameyê ya îro 4 rûpel ji aliyê rojnamegerên 4 parçeyên Kurdistanê, 2 rûpel jî ji aliyê rojnamegerên Ewropa û Rûsyayê, 2 rûpel jî li Stenbolê hat amadekirin û derket.

(zt)