DBP: Em banga şêwirmendiyê li gelê kurd dikin

10:46

JINHA

AMED - DBP'ê komkujiya Dîlokê şermezar kir û diyar kir ku kesên bi çeteyan re di nava tifaqa qirêj de ne dê negihîjin armanca xwe.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya bi şev li Dîlokê di encama teqîna bombeyê de pêk hat û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev komkujiya di dawetê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin êrîşek bi tirsonekî û nemerd e û wiha hate berdewamkirin: "Em vî komkujiyê nalet dikin, di serî de Rojava heta niha gelek caran li hemberî gelê kurd komkujî hatin kirin. Kesên ku bi van çeteyan re di nava tifaqa qirêj de ne dê negihîjin armancên xwe."

DBP'ê bang li gel û saziyên navnetewî kir ku piştgiriyê bidin gelê kurd.

(zt)