Hevserok li JINHA yê nûçegihanên dlidarin

12:50

JINHA

WAN – Li JINHA yê di roja 4’an de 'Nûçegihaniya dildar’ hevserokan dewir girtin.

‘Nûçegihaniya dildar’ a ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) yê ve hatî despêkirin di roja 4’an de li JINHA yê hevserokan dewir girt. Wekila Hevseroka Giştiya DBP’ê Nazmiye Acar, Hevseroka DBP’a Rêya Ermuşê Rojbîn Bor û Hevseroka DBP ya Ertemêtan Atiye Şen dewir girtin. Jinên beşdarî civîna rojevêbûn di derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin. Nazmiye Acar tindiya ser çapemeniyê berdewam dike şermezar kir û destnîşan kir ku dê şêwirmendiya bi çapemeniyê re mezin bikin.

Her wiha jinan komkujiya Dîlokê şermezar kirin û xwestin ku ji bo baldariya raya giştî ji kolanan roportaj bên girtin.

Li DİHA yê jî wekîlê Hevserokê DBP’a Wanê Metîn Kutaz di roja 4’an de nûçegihaniya dildar dewir girt.

(db/zt)