Melîha ya bi guleya polisan birîndarbû: çek dan serê me
13:30
JINHA
MÛŞ - Melîha Barutçu ya ku li mala xwe di serdegirtinê de ji aliyê polîsan ve hat birîndarkirin diyar kir ku polîsan çek daye serê wê û wiha axivî: "Dema ku keça min birin, min gote ez ê jî biçm, li ser vê gule berdan. Zarokên min ên din bi tesadufî xilas bûn."
Dayika Med Alî Barutçu yê di qatlîama Pirsûsê de hate qetilkirin, Melîha Barutçu ya ku li taxa Sunay a Mûşê li mala xwe di serdegirtina polîsan de bi guleya polîsan birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê tê dermankirin. Melîha ya ku xetereya jiyanê derbas kir bûyer vegot. Melîha anî ziman ku polîsên ku bi ser malê de girtine nehiştine tu kes li cihê xwe bilivin û çek dane serê hemûyan û wiha axivî: "Di saetên nîvro de mala me ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema ku me erî vekir êrîş kirin. Çek dan serê keça min Kubra û ya me hemûyan. Nehiştin em biaxivin jî. Dema ku keça min birin min gote ez ê jî bi wan re biçim, li ser vê gule berdan. Zarokên mun ên din bi tesadufî xilas bûn."
Melîha bilêv kir ku rewşa wê ya tenduristiyê ber bi başiyê ve diçe lê ji keça xwe ya hatiye binçavkirin nikare agahî bigire.
(zt)