Amediyan êrîşa li Dîlokê şermezar kirin
13:47
JINHA
AMED – Amediyan bertek nîşanê êrîşê bombeyî ya Dîlokê ku di eywana dawetê de pêk hat, dan û diyar kirin ku ew êdî naxwazin li welatê xwe agahiya mirin û êrîşan bibihisin.
Duh li Taxa Beybahçeya navçeya Şahînbeya Dîlokê li dijî dawetekê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî bi giranî birindar bûn. Jinên Amedê jî bertek nîşanî êrîşê dan û êrîş bi tund şermezar kirin.
‘Êrîş nayên qebûl kirin’
Necîbe Akcan êrîşê bi tund şermezar kir û got êdî naxwazin li welatê wan şêr û mirin çêbin. Necîbe anî ziman ku dê ew heya dawiyê li hemberî êrîşan bin û bang li hemû kes kir ku bila li dijî êrîş bibin yek û wiha axivî: “Bi salan e ku li ser gelê kurd êrîş û zext hene. Lê niha bi bombe û qetliyaman êrîşê me dikin. Ev nayê qebûl kirin.”
‘Siyasetmedaran Tirkiyê histine çê halî’
Jina bi navê Guneş Aydin jî êrîşê şermezar kir û bertêkên xwe wiha anî ziman: “Em êdî li welatên xwe tiştek wiha naxwazin. Ne tenê li Dîlokê li tu derî naxwazin. Li ku êrîş çê be bila çê be. Li hemberî kurdan çêdibe. Lewra canê me diêşe. Bila gelê me nemirin. Ez ban li siyasetmedar û hikûmetê dikim. Bila çareşek ji vê yekê re bê dîtin. Bi siyaseta xwe Tirkiyê xistinê çê halê. Êdî em nikarin ji malên xwe dekevin. Em li Tirkiyê bi tirsa bomê û mirinê dest bi rojê dikin. Bi gorî min rewşa awarte ev e.”
‘Em êdî naxwazin li welatê xwe agahiya mirinê bibihisin’
Hatûn Yildiz jî bertekên xwe bi van hevokan anî ziman: “Em her roj bi agahiya bombe û komkujiyan şiyar dibin. Em çi qas dibêjin aştî, bi bombe û qetliyaman. Bersîv didin me. Gelo dê heya kengê wiha be.Dilê me dayikan diêşe. Em êdî naxawzin li welatê xwe agahiya mirinê bibihisin.”
‘Ji bo ewlehiya gel bikevin nav tevgerekî’
Salîha Yilmaz jî wiha êrîşê şermezar kir: “Dema ku êrîş çê dibe teqes dilê me di êşe. ji bo li kijan bajar be ferq nake. Dema agahiya êrîş û mirinê tê ji dil dilê me diêşe. Bila ev bê rawestandin. Desthilatdar bahsa qewetê dike. Bila qeweta xwe bi rawestandina van êrîşan nişan bide. Ne girtin, êrîşan. Qewet ew e ku ewlehiya gel baş bê girtin e.Em bang li hikûmetê dikin ku bila ji bo rawestandina êrîş û ewlehiya welat bike nav tevgerê.”
(kom/zt)