Meclisa Malbatên Şehîdan alîkarî ji bajarê Hesekê re şand

14:06

JINHA

TIL TEMIR – Ji Til Temirê ji bo berxwedêrên li bajarê Hesekê berxwedanê mezin dikin û gelê bajêr alikarî hat komkirin û şandin.

Li bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar bi armanca piştgiriya berxwedana gelê Hesekê, hêzên Asayişê, YPG û YPJ'ê alîkarî ji bajarê Hesekê re şand. Têkildarî mijarê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hemdiye Kûtê axivî.

Hemdiye da zanîn ku 6 rojin şer li Hesekê berdewam dike û wha domand: “Ev şeş roj in ku li bajarê Hesekê şer û pevçûnek dijwar di navbera Hêzên Asayîş, HPC, YPG'ê û hêzên rêjîma Bees û pêxwasên wê çekdarên Hizbûllah û Îran de diqewime. Di encama şer û pevçûnan de gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Em bi tundî êrîşên rêjîma Bees a hovane şermezar dikin, wê bajarê Hesekê jî mîna Minbicê bi têkoşîna şervanên azadiyê bi ser bikeve."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulîxan Tahir jî berxwedana şervanê YPG, YPJ'ê û hêzên Asayîşê silav kir û wiha got: "Em berxwedaniya Hesekê silav dikin û bi tundî êrîşên rêjîma Bees şermezar dikin. Wê serkeftin her a me be, ji ber ku em di rêya doza azadiyê de têkoşînê dikin. Heya dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin û Hesekê rizgar bikin.”

Alîkariyên ku hatin şandin sebze bûn, mîna xiyar, bacan, zebeş, tirî û gelek tişêndin hatin şandin.

(rh/sş/zt)