KCD’ê ji bo komkujiya Dîlokê 3 roj şîn îlan kir

14:23

JINHA

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber komkujiya li Dîlokê ji bo 3 rojan şîn îlan kir.

KCD'ê di daxuyaniya xwe ya li ser komkujiya li Dîlokê de bibîr xist, ku kaos û şerê ev saleke li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewime, roj bi roj giran dibe û ev tespît kir: "Ev komkujî, zext, zordarî û înkar ji bo xatirê desthilatdariya AKP û Qesrê tên kirin." KCD'ê da xuyakirin, ku heman piştî weşandina deklarasyona KCK'ê ya ji bo qedandina pêvajoya şer û destpêkirina pêvajoya aştiyê, li Dîlokê komkujî hat kirin û hat gotin, "Ev yek encama polîtîkayên înkar û qetlîamker ên dewleta AKP'ê ye ku li hemberî tevahiya gelê Kurd bi taybetî li dijî Rojava dimeşîne."

KCD'ê destnîşan kir, ku komkujî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibe kirin jî, berpirsyar hikûmeta AKP'ê ye û wiha dewam kir: "Ev êrîşa hovane ne tenê li hemberî civata daweta li taxa Akdereyê hat kirin. Êrîşeke qirkirinê ya li dijî tevahiya gelê Kurd e. Em vê êrîşa xayin a li taxa Akdere ya navçeya Şahînbey a Dîlokê li hemberî dawetekê hat kirin, lenet û şermezar dikin. Ji malbatên mirovên di vê êrîşa hovane de şehîd ketin û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin."

‘Ji bo 3 rojan şîn hat îlan kirin’

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ber komkujiyê ji bo 3 rojan şîn hatiye îlankirin û hat gotin, "Em bang li gelên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî vê êrîşa hovane bêdeng nemînin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Ji îro û pê ve em 3 rojan şînê îlan dikin."

(zt)