Asayîşa Hesekê sivîlan digihînin herêmên ewle

14:43

JINHA

HESEKÊ- Hêzên Asayîşê ji bo derxistina sivîlan ji cihê şer korîdorek vekir. Xelkên taxa Xiwêran jî bang li şervanan kir ku wan ji qirêja rejîma Bees xelas bike.

Welatyên sivîl ên taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ji şervanan alîkarî xwestin ku wan ji topbarana rêjîmê xelas bikin. Hêzên Asayîşê jî bi vê armancê korîdorek vekirin. Îro jî bi hezaran sivîl ji taxa Xiwêran ji ber topbarana rêjîma Bees derketin û berê xwe dan cihê aram.

Jina ereb a bi navê Rediya Hemûd El-Şahir diyar kir ku ew bi malbata xwe re ji taxa Xiwêran ji ber topbarana rêjîmê reviyane û wiha got: "Ez ji taxa Xiwêran im, ez û zarokê xwe ji ber bombeyên rêjîmê mecbûr man ku ji mala xwe derkevin û berê xwe bidin cihên aram. Ji duh êvarî heya vê sibehê dengê bombe û guleyan nesekiniye. Em bi alîkariya hêzên Asayîşê ji wir derketin û em gihiştin Qada Sebaxê."

Rediyayê got ku rêjîma Bees sivîlan jî hedef digire û wiha pê de çû: "Rêjîma Bees bi êrîşên xwe sivîlan jî hedef digire. Heya niha ji ber topbaranê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û malên wan xirab bûn. Ji bo vê yeke em bang li şervanan dikin ku me ji rêjîma Bees a qirêj rizgar bike."

Li Hesekê şer berdewam e, şervan pêşve diçin.

(ls/hs/zt)