KJK: AKP dixwaze ser berpirsiyariya xwe ya komkujiyê bigire

14:55

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK’ê diyar kir berpirsyarê sereke yê komkujiya Dîlokê AKP ye û got, "Di serî de jin em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku ji bo azadiyê li dijî faşîzmê têkoşînê geş bikin."

Koordînasyona KJK’ê êrîşa bombeyî ya duh ku li Dîlokê, Şahinbeyê gelê Kurd ê welatparêz ji xwe re kiribû hedef, bi tundî şermezar kir. KJK’ê kiryarên objektîf û sûbjektîf ên vê komkujiya bi hevkariya DAIŞ-AKP’ê pêk hatiye şermezar kir. KJK’ê got, rehma xwedê li wan kesan be ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo nas û xizmên wan sersaxî xwest û şîfa xêrê da birîndaran.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Komkujiya Dîlokê ku bi hindikayî 50 mirovên me yên welatparêz tê de hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn ne rasthatiniyek e ku heman rojê ku deklarasyona KCK’ê hatibû dayin, pêk hat û bi berdewamî wiha hate gotin, ‘’KCK’ê bi daxuyaniya xwe ya duh sedemên hewldana darbeya li Tirkiyê, rista AKP’ê ya di wê de nîşan dabû û diyar kiribû ji bo çareseriyê hê jî siûdek heye, ji bo vê jî gavên ku divê AKP’ê bavêje diyar kiribû. Ne rasthatiniyek e ku heman rojê li daweta Kurdên welatparêz bombe biteqe, ev bersviveke ji bo daxuyaniya KCK’ê. Careke dî bi komkujiyan bersiv dane niyet û xebata Tevgera Azadiya Kurd a der barê çareseriyê. Li hemberî çareseriyê neçareseriyê, li hemberî aştiyê şe, li hemberî jiyana azad jî mirinê ferz dikin. Mesaja ku bi komkujiya Dîlokê dixwazin bidin ev e.’’

'Peyam ji bo Rojava ye jî'

Koordînasyona KJK’ê diyar kir, di heman demê de dixwazin peyamê bidin Rojava jî û wiha pê de çû, ‘’Bi vê komkujiya ku piştî serkeftina Minbicê pêk hatî, dixwazin pêşiya Tevgera Azadiya Kurd bigirin ku di serî de li Rojava û Sûriyê li ser bingehê xeta sêyemîn, bi Konfederalîzma Demokratîk alternatîfek daye û ev ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke nû. Komkujiya Dîlokê bi vê wateyê derbirîna berbiçav a polîtîkayeke gefxur û şantajker. Xwedanê vê polîtîkayê AKP bi xwe ye ku ji salek û nîvê zêdetir e li ser Rêber Apo bi tecrîdeke giştî siyaseta gefê û şantajê dimeşîne.

'Berpirsê sereke AKP ye'

KJK’ê diyar kir kiryarê vê komkujiyê DAIŞ be jî û ne DAIŞ be jî berpirsê sereke AKP bi xwe ye û got, ‘’Beriya bi mehan li gel hatibû gotin plana komkujiyê ya DAIŞ’ê li Dîlokê, li dawetan pêk be jî pêşiya vê nehatibû girtin, fikrê vê komkujiyê jî hişkere ye ku yê kontra gerîlayên faşîst ên avaniyan Tirk e. Ji ber ku li ser hesabên medyaya sosyal ku ji hêla Polîs û Tevgera Jandarmaya Taybet a girêdayî ve têne birêvebirin, ku ev girêdayî Qesrê ne, bi hişkereyî bang hate kirin ku êrîşê bibin bi ser dawetên Kurdan ên welatparêz de."

KJK’ê wiha got:

"Kêferata Serokkmarê Tirk Erdogan ku hema piştî komkujiyê Tevgera Azadiyê bi DAIŞ û tevgera Gulen re kire weke hev, ji ber wê semdê ye ku dixwazin berpirsyariya AKP’ê ya di vê komkujiyê de bincil bikin. Ku bala mirov kişadibe, komkujiyên ku têne îdîakirin bi destê DAIŞ’ê hatine kirin lê ti caran DAIŞ’ê bi fermî neaniye ser xwe, yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tim gelê me yê welatparêz û hêzên çepgir, sosyalîst ên nêzî Kurdan ji xwe re kirine hedef.

Ev komkujî ji 5’ê Nîsana 2015’an ve, ku bi Rêber Apo re hevdîtin hatin birîn, bi awayekî sîstematîk bi mebesta ku têkoşîna azadî û demokrasiyê asteng bikin pêk tên. Ji Pirsûsê ta bi komkujiya Enqerê; ji mîtînga hilbijartina Amedê ta bi ya Dîlokê, bi her êrîşê xwestine ku peyamekê bidin. Kirdeyê komkujiyan ê ku derdixin pêş her çendî DAIŞ be jî, ên ku peyamê dişînin ti caran ne DAIŞ e. Vê carê jî hêzên ku dixwazin bersivê bidine me, ew hêz bi xwe ne ku di navenda dewletê de cih digirin.

Em weke Tevgera Azadiyê ya Jina Kurd bi zimanekî hişk dengê xwe li AKPê dikin. Heya ku vîna çareseriyê neyê nîşandan û çaresernekirin were ferzkirin wê kaoseke wiha pêk were ku gelek caran ji ya niha wê xurttir be û ti caran nikaribe be kontrol bike. Em weke KJK’ê bi taybetî bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê dikin ku hêrsa xwe bi awayekî rêxistinî tevlî têkoşîneke hevpar bikin. Pêvajoya ku em dijîn ji hêla Tirkiyê ve demeke dîrokî ye. Di 100 saliya Komarê de Komar wê demoratîk be an faşîst be, rasterast girêdayî hêzên demokrasiyê yên rêxistinbûyî ye. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li gelê xwe, hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzmê têkoşînê geş bikin."

(zt)